Jineolojî li Şengalê bi semîneran tê nîqaşkirin

Akademiya Jineolojiyê bi wesîleya salvegera qetilkirina rojnamevan û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel kar û xebatên xwe yê li Şengalê da destpêkirin. Li Serdeşt û gundê Borik semînerên danasîna Jineolojiyê hatin dayîn.

Şengal – Akademiya Jineolojiyê bi wesîleya salvegera qetilkirina rojnamevan û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel kar û xebatên xwe yê li Şengalê da destpêkirin. Bi armanca danasîna Jineolojî semîner hatin dayîn.

Li gundê Borik ê girêdayî navçeya Sinûnê ya Şengalê, Akademiya Jineolojiyê semînerek li ser Jineolojiyê da. Di semînerê de endamên meclisa jinan û jinên ciwan amade bûn. Tevî ku zanista jinan cara yekemîn e li Şengalê tê dayîn jî beşdarên semînerê bi eleqeyek germ nêz bûn, bi nîqaş û nêrînên xwe anîn ziman.

‘Jin ronahiya jiyanê ne’

Endama meclisa gundê Borik Welat Cano di semînerê de axivî û nêrîna xwe wisa anî ziman: “Jin 9 mehan zarok di zikê xwe de xwedî dike. Piştî welidînê jî bi kedek mezin xwedî dike. Têkiliya di navbera dê û zarok de gelek mezin e loma zarok beriyar her tiştî li dayika xwe digere. Jin ronahiya malê ne, mala ku jin tê de tunebin, mal nîn e, vala ye. Ji bo mal, zarok, civak û mêr jî jin hemû tişt e. Jin nebe jiyan nîn e. Fikrên jinan bihêz in, mêr çi biryara girîng bixwaze bigre berê xwe dide jinê û jê dipirse gelo wisa be ne baştir e. Biryara pir giran mêr nikare bê nêrîna jinan bigre. Ji ber ku jin dikarin nêrîna rast û riya rast nîşan bidin.”

‘Civaka Êzidî li gorî heyv û xwezayê rojan dihejmêre’

Welat  Cano di berdewama nirxandina xwe de bal kişand ser sîstema kapîtalîst û bandora wê ya li ser civakê û wiha got: “Di civaka me de piranî li gorî heyvê diçin. Mînak dema ku kesek dimre dibêjin serê heyvê ye divê em xêra wî derxin. Yan di 26’ê mehê de yan jî di 27’ê mehê de xêrê didin. Guneh e ku piştî 28’ê mehê xêrê bidin, ji ber ku êdî heyv derdikeve guneh e. Jin ducanî be li gorî heyvê hesab dike û dibêje evqas rojên min mane. Mixabin niha kaptalîzm ketiye nava civaka me û li gorî cîhaz û teknîkan hesabê roja anîna zaroka xwe dikin, yan jî mezê dikin keç e yan kur e û hwd. Mixabin sîstema kapîtalîst wisa kir ku civaka me ji rastiya xwe û tiştên xwe yên kevnar dûr bikeve. Lê niha dîsa jin hewl didin li çanda xwe ya resen vegerin, ji ber ku tekane dermanê me çanda me ye.”

‘Jin hêza civak û zanebûnê ye’

Jina ciwan Lemiya Silêman a beşdarî semînerê bûbû ji me re axivî û da zanîn ku dayik roniya jiyanê ne û wiha got: “Îro em kom bûne û li Jinelojiyê guhdarî dikin. Gotina jin ji jiyanê tê. Jin zindiyeke hestiyar û bihêz e. Dema ku jin hez dike ji dil hez dike û kedê dide. Cihekî ku jin lê nebe ew der jiyan lê nîn e. Jin bingeha aramî û aştiyê ne. Mînak dema ku zarokek tê malê destpêkê dibêje ‘ka dayika min?’ Cihê ku jin lê hebe ew der xweş û geş e. Mixabin zilam jinan kêm û nezan dibînin. Lê belê jin in ên ku zarokan tînin, jiyanê diafirînin, reng didin û perwerde dikin. Jin bihêz û zana ne û xwedî fikrêm bihêz in. Divê her jin xwe nas bike ji ber ku ew bi xwe rêveberên civakê ne.”