Jineolojî li Îskenderiyeyê ji bo jinan panel lidarxist

Înisiyatîfa Mala Penaberan bi Jineolojiyê re li Îskenderiyeyê panelek li dar xist. Di panele de bal hat kişandin ser edaleta jinan a di warê xwezayê û li ser rola wan a domdar a di warê pêşxistinê de nîqaş hatin kirin.

Navenda Nûçeyan – Beşdarên ku di panelê de axivîn, bal kişandin ser girîngiya beşdarbûna jinan di warê edaleta xwezayê û beşdariyê de. Her wiha hat diyarkirin ku divê li ser zanistan jinan Jineolojiyê nîqaş bidomin û hayjêbûna rola jinan a di civakê de zêdetir bibe

Di panela ku ji aliyê Înisiyatîfa Mala Penaberan û Jineolojiyê ve 19’ê Îlonê roja Înê li bajarê Îskenderiyeyê ya Misirê hat lidarxistin. Panel ji aliyê parêzer Emel Taha ve hat birêvebirin û gelek kes beşdar bûn.

Di rûniştina pêşîn de Nûjin Yûsuf, bi sernavê “Zanista Jinan û Bandorên wê yên li ser Têgehan” pêşkêşiyek kir. Bi pênasekirina Jineolojiyê, behsa dîrok û vejîna wê kir. Nûjîn Yûsuf, da zanîn ku Jineolojî, perçeyek ji felsefeya jinên Kurd e, hewl dide rola jinan a di civakê de lêkolîn bike, wekheviya zayenda civakî diparêze û hewl dide ji nû ve rola jinan a di dîrokê de binirxîne.

Rola malbatên demokratîk

Nûjîn Yûsuf, bal kişand ku ji bo jiyana wekhev divê bi qalibên heyî re têkoşîn hebe û tecrubeyên pratîkî yên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ragihand û behsa rola malbatên demokratîk a di pêkanîna van agahiyan di nava civakê de.

Di rûniştina duyem de parêzer û avakare “SAS” Navenda Hiqûqê Selwa Ebsam bi sernavê “Jin, di Navbera Pêşxistin Edaleta Avhewayê de” pêşkêşiyek kir. Her wiha diyar kir ku ji bo pêkanîna edaletê pêdivî bi stratejiyeke berfireh heye.

Selwa Ebsam li ser rola jinan a di edaleta avhewayê û pêşxistinê de jî diyar kir ku bihêzkirina rola jinan ji bo pêşerojeke baş şert e. Her wiha behsa bandorên guherîna avhewayê yên li ser jin û zarokan çêdibin kir.

Beşdariyek zêde çêbû

Piştî pêşkêşiyan, di beşa nîqaşan de beşdariyek zêde çêbû. Parêzer Afaf Erbab, li ser rola jinên li herêmên gundewar sekini behsa lêkolînên nû kir, da zanîn ku beşdariya jinên gundan di warê xebatên pêşxistinê de zêde bûye û li bal kişand ku li hemberî pirsgirêkên avhewayê ev yek girîng e.

Di nîqaşan de behsa bandora têkiliya di navbera Jineolojî û guherîna avhewayê de hat kirin û li ser asta xebatên pêşxistinê yên jinên li herêmên gundewar hat kirin.

 Panel bi van pêşniyaran bi dawî bû: Ji bo nîqaşên li ser jineolojiyê û berfirehkirina nîqaşan divê çalakiyên nû werin lidarxistin. Her wiha hat gotin ku divê nîqaşên li ser avhewayê bidomin û bal hat kişandin ser beşdariya jinan a di panelan de û tevî zoriyan jî derfetên ku di warê meseleyên jinan de derketine hatin vegotin.