Jinên Yemenî yên di rêxistinên alîkariya mirovî de dixebitin tên astengkirin
Jinên, di rêxistinên alîkariya mirovî de dixebitin, ji lêpirsînkirina niyeta wan bigre heta qedexe û gefan rastî zextek mezin tên û ev yek jî domandina xebatên wan vediguherîne têkoşîneke rojanê.
RAHME ŞANZUR
Yemen – Jinên Yemenî yên li rêxistinên herêmî û navneteweyî dixebitin, rastî astengiyên civak û malbatên tên. Gelek kes, xebata jinan a di qadê de mîna “şerm” û li dijî kevneşopiyên xwe dibînin.
Ruxmê ku piraniya karên jin di rêxistinên herêmî û navneteweyî de dikin li ser bingeha mirovî û pêşvebirinê ye jî li gelek herêman baş nayê dîtin.
Şahidiyên jinên ku di vê qadê de dixebitin, asta zexta ku pê re rû bi rû dimînin eşkere dike. Ev zext ji lêpirsînkirina niyetên wan destpê dike heta qedexe, gef û zexta navmalî didome. Ev yek jî domandina karê wan vediguherîne têkoşîneke rojane.
Wênesaz û hunermenda plastîkê Basqal el-Hemdanî, da zanîn ku civaka Yemenê bi gelemperî li dijî jinên karker û bi taybetî jî jinên di rêxistinên alîkariya mirovî de dixebitin, nêrîneke tund nîşan dide û got: "Gelek malbat, xebata jinên di rêxistinên alîkariya mirovî de bi hincetên cuda qedexe dikin.”
‘Jin jêhatîbûnên xwe îsbat dikin’
Basqal el-Hemdanî, bang li malbatan kir ku piştgiriyê bidin zarokên xwe yên keç û wiha got: “Gava ewil ew e ku ji wan re cihekî serbixwe ku nepeniya wan biparêze were avakirin. Gava duyemîn jî ew e ku destûr bê dayîn bixebitin. Bi vî awayî dikarin jiyan û pêşeroja xwe bizanibin û îsbat bikin ku jin dikarin bêyî di civakê de werin demxekirin, hilberîner û bi bandor bin."
‘Kesayet û exlaq bi tevgerên mirovan diyar dibe’
Aktîvîst Nematullah Mohammed Jarullah a di qada civakî û mirovî de xebatê dimeşîne, destnîşan dike ku civaka Yemenê der barê beşdarbûna jinan a xebatên mirovî de pir dudil e û wiha axivî: “Gelek bav ji tirsa ku exlaqê wan ‘xirab bibe’ nahêlin zarokên keç xwe tevlî van rêxistinan bikin. Lê belê ya ku tevgera jinan diyar dike ne qada kar e, kesayetî û exlaqê wan bi xwe ye.”
‘Jin îro zêdetir bihêz in’
Nematullah Mohammed Jarullah, da zanîn ku bi taybetî di pêvajoya şer de jin çavkaniyek girîng a piştgiriyê ne û di gihandina alîkariyê ji bo civakên hewcedar de roleke girîng dilîzin û got: “Jin îro zêdetir bihêz in, ji ber ku ruxmê zextên malbatê, dikarin hem karên malê û hem jî karên derve bi hev re birêve bibin. Gelek jinên ku vê dawiyê di pozîsyonên girîng de cih digrin, guhertinên erênî yên berbiçav çêkirine lê hinek mêr nikarin vê yekê bi ser bixin. Beşdariya civakî ya jinan tenê bi alîkariya mirovî ve sînordar nîn e; hewldanên avakirina aştiyê jî vedihewîne. Ev yek jî îsbat dike ku jin di şert û mercên dijwar de jî xwedî kapasîteyê ne dikarin bi dijwariyan re têbikoşin û bandorên erênî diafirînin.”
‘Pir girîng e ku malbat piştgiriyê bidin jinan’
Nematullah Mohammed Jarullah, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Pir girîng e ku malbat piştgiriyê bidin jinan û rê bidin wan bixebitin û bixwînin. Baweriya bi zarokên keç û destûrdayîna ji bo kar û perwerdeya wan, bingeha bihêzkirina wan û avakirina civakek berfirehtir û wekhevtir e.”
Di xebatên mirovî de hejmara jinan ji sedî 80 ye
Li gorî raporan, li Yemenê di gelek qadên çalakiyên mirovî de jin nêzî ji sedî 80 tîmên mudaxeleya ewil pêk tînin. Ev yek jî rola wan a girîng di peydakirina piştgiriya awarte de ji bo civakên bandordar di demên qeyran û pevçûnan de nîşan dide.
Her wiha, piştî pêkanîna bernameyên erkdarkirin û perwerdeyê yên herêmî, beşdariya wan perwerdeyên pisporiyê gihîşt ji sedî 56. Vê zêdebûnê, ji pêşxistina jêhatiyên wan û tecrubeyên wan ên birêvebirina projeyên mirovî yên bi berhemdariyek bilind re têkariyê kir.
Ev dane, rola jinên Yemenî ya di qadên civakî û mirovî de bi awayekî zelal nîşan didin. Jin êdî ne tenê wergirên alîkariyê ne; veguherîne aktorên sereke ku rasterast alîkariyê pêşkêş dikin, xebatên mudaxeleyê organîze dikin û têkarî plankirina projeyên pêşketina herêmî dikin.
Her wiha beşdariya çalak a jinan, avakirina aştiyê û xurtkirina hevsengiya civakî jî vedihewîne. Ev hemû, ruxmê astengiyên civakî û malbatî yên ku jin hê li hinek herêman pê re rû bi rû dimînin jî pêk tê.