Jinên Yemenî ji ber karê xwe hedef tên nîşandan

Amal Al-Qubatî, got ku divê feraseta neyînî ya li dijî jinên di saziyên civaka sivîl de dixebitin, biguhere û diyar kir ku ev yek jî bi zelaliya di navbera her du aliyan û perwerdekirina civakên cihî dikare were kirin.

HALA AL-HAŞIDÎ

Yemen – Jinên Yemenî yên ku di saziyên civaka sivîl de dixebitin, ji ber mercên civakî û siyasî yên heyî, her dem di platformên medyaya dîjîtal de hedef tên nîşandan, tên sorkirin û bi weke ku bi fikrên xwe zirarê didin nirxên civakî tên sûcdarkirin. Ji ber ku rastî van nêzîkahiyan tên, ev yek dibe sedema zextên derûnî û ewlehiyê.

Platformên medyaya dîjîtal jî di belavkirina gotegot û agahiyên şaş ên ku dibin sedema zextên civakî li ser jinên aktivîst belav dikin. Ji ber van zehmetiyan divê ku ji bo hayjêbûn û têkoşîna bi van mijaran re mekanîzma hebin. Ji bo parastina mafên jinan û pêşxistina wan a di warê civakî de jî divê derfet werin zêdekirin.

Di bihêzkirina jinan de rola saziyên civaka sivîl

Amal Al-Qubatî, diyar kir ku jinên di saziyên civaka sivîl de dixebitin rastî gelek zehmetiyan tên, di serî de jî ji ber adet û kevneşopiyên li herêmê yên neguherîne ev çêdibin û got ku saziyên civaka sivîl, ji bo jin statuya xwe nas bikin derfetan ava kiriye. Her wiha diyar kir ku ji derveyî karên dewletê jin û zarokên keç, bi taybetî jî jinên xwenda, ji bo xebata di van saziyan de teşwîq kirine.

Amal Al-Qubatî bal kişand ku adet û kevneşopî di şevekê de nayên guhertin, bi navbeynkariya komîteyên civakî, aktivîst, dibistan û navendan ango ji gelek aliyan ve divê xebatên hayjêbûnê ji bo şiyarî û perwerdekirina civakên cihî çêbibe.

Bi keda hevpar divê edaleta civakî were avakirin

Amal Al-Qubatî diyar kir ku xebatên wan tenê bi jinan re sînor nemane, ji bo her kesê ne û got ku ji ber jin zêdetir rastî neheqiyê tên, ji derve tên hiştin, li gorî van rolan guncaw nayên dîtin wan esas digrin. Amal Al-Qubatî diyar kir ku xebata di saziyan de, ji bo ku potansiyela xwe ji mercên zehmet ên ji ber şer çêdibin re, nîşan bidin derfetek e.

Amal Al-Qubatî destnîşan kir ku divê bandora saziyan a li ser civakên cihî, mezin be û got: “Ji bo vê yekê divê di xebatan de bawerî û zelalî hebe. Divê were zanîn ku ji bo xizmeta civakê cidiyet hebe, ev yek ji bo civakê bi taybetî di warê projeyên binesaziyê de dê ji serkeftinê re bibe piştgirî.”

Teşwîqkirina jinan ji bo projeyên herêmî

Amal Al-Qubatî diyar kir ku divê asta xebatên jinan bilind be ji ber ku jinên di saziyan de dixebitin ji ber diçin malan û nêzî civakê ne, bi riya asta karê ku dikin dikarin bandorê çêbikin û got: “Jin xwedî nirxên ku li ser civakê bi bandor in loma jî divê di têkiliyên xwe yên bi civakê re rehet û zelal bin.”

 Amal Al-Qubatî wiha domand: “Ji bo astengî kêm bibin û xebatên jinan ên di nava civakê de rehet bibin divê bi lîderên mêr ên di nava civakê de rûnên. Ez dikarim bibêjim ku ez yek ji wan jinan im û xwedî tecrubeyên demdirêj im. Di serî de şer û pevçûn, ji ber gelek sedeman, jin ji ber cehalet, xizanî û nexweşiyê gelek mexdûr bûne.”

Her wiha da zanîn ku jin ji ber mercên ku dijîn, berê xwe didin kolanan, di wan deman de jî rastî bûyerên weke tacîzê tên û got: “Bi taybetî jî piştî şer û pevçûnên ku li welat û li cîhanê çêbûn ya girîng ew e ku ji bo jinan proje werin avakirin. Ger em werin ser mijara jinên di saziyên civaka sivîl de dixebitin; divê derfeta dayîna biryaran ji wan re were dayîn. Li cihê ku tenê li gorî zagonên saziyê bin, divê jin îmaja civaka xwe û terzê jiyana xwe di têkiliyên xwe yên bi civakê re nîşan bidin.”

‘Sazî li gorî pêdiviyên civakî projeyan amade dikin’

Amal Al-Qubatî got ku sazî ji bo li gorî pêdiviyên civaka cihî projeyan amade bikin dixebitin û jin jî aliyê jêneger ê civakê ne û got: “Sazî dixwazî bi riya komîteyan, dixwazî jî bi riya dibistanan be em hêvî dikin ku dê li hemû hewldanên civakî binêrin. Mînak; piştî Departmana Perwerdeyê koordînasyona ku li herêma Şêx Osman a weke fikrek dest pê kir, dûre veguherî xebateke rastî; li bajarê Adenê hewldaneke ku beşên dirûtin, gravûr, kuafurê û makyajê tê de hebûn û komek jinên mamosteyên bi peyman ên jixwebawer dixebitîn hebû. Me hîs kir ku xebateke wiha dê ji bo xwendekarên keçik ên li dibistanê bibe riya debarê. Ji bo vê jî xwendkarên keçik ji dibistanê û herêmên derdorê hatin hilbijartin û piştî kursa 21 rojan em ê van hewldanan bişopînin, ji bo bigihîjin serkeftinê bixebitin.”