Jinên Yemenê: Heta kengê em ê ji derveyî muzakereyan werin hiştin?
Li Yemenê şer û krîza mirovî berdewam dike. Bi taybet derbarê mijara pevguhertina esîr û girtiyan de gelek muzakere tê kirin. Jinên ku beşdarî vê pêvajoyê nakin pirsa “Wê heta kengê jin ji derveyî vê pêvajoyê werin hiştin?” dikin.
RANÎA ABDULLAH
Yemen – Şerê di navbera hêzên hikumeta Yemenê û Husiyan de destpêkirî 10 salên xwe temam kir. Girtî û esîr xalek giring ava dikin. Li paytexta Eman Mesqet di 6’ê tîrmehê de di bin hîmaya Netewên Yekbûyî û Komîteya Navnetewî ya Xaça sor de muzakere hatin meşandin û di navbera komên Husî û Hikumeta Yemenê de li hevkirina takasa esîran hate îmza kirin. Lê belê di muzakereyan de qet behsa jinên girtî nehate kirin. Hate diyarkirin ku hevdîtinên tura piştre, wê piştî dû mehan weke kirin. Pirsa ku were aqlê mirovan ew e ku gelo wê jinên hatin binçavkirin û revandin di lîsteya takasa esîran de hebe?
Tevî gelek caran parêzvanên mafê mirovan bang kirin û encam negirtin, di tekasên berê yê girtiyan de jinên girtî cih negirtin.
Jinên Yemenê di guhertina esîran de cih nagrin
Gelek jinên Yemen ên aktivîst û rojnamevan derbarê muzekareyên hatin kirin û jin ji derve hatin hêlan de nerazîbûn nîşan dan.
Seroka Tora Rojnamevanên Yemenê, rojnamevan û aktîvîsta mafê mirovan Buşra El-Amirî diyarkir ku sedema nîqaşnekirina jinan di muzakereyan de ji ber desthilata mêr e û wiha got: “Ji ber yên ku muzakere dikin mêr in, bi zîhnyeta xwe pirsgirêkên ku jin jiyan dikin paşguh dikin û weke mijarên ne giring tê dîtin. Li aliyê din hişyariyên çandî û civakî nahêlin girîngî ji dozên jinan re bê dayîn.” Buşra Al-Amirî anî ziman ku jinên hatine revandin sivîl in û wiha got: “Divê bê şert û merc werin berdan. Mêrên ku îdia dikin ku cih negirtina jinan di lîsteya girtiyan de ji ber ne li gora berjewendiyê wan e. Ev sekin ne raste, divê demildest navê jinên hatin revandin were weşandin.”
‘Divê ji bo jin werin berdan zext werin kirin’
Buşra Al-Amirî da zanîn ku di muzakereya dawî li Maskat hatî li darxistin de navê jinan xistina listeyê nehat niqaşkirin, ji bo berdana jinan divê zext li alî û saziyên navnetewî ên peywendîdar bê kirin û wiha got: “Muzakereyên heyî û yên di pêşerojê de divê jinên girtî ji bigre nava xwe, divê mijarê de erkê rêxsitinên mafê mirovan, saziyên ku bi pirsgirêkên jinan re eleqeder dibin û civaka navnetewî ye ku zextê bikin. Bila hemû ji aliyan jin bên berdan.”
Buşra Al-Amirî destnîşan kir ku hertim jin tên paşguhkirin û civak li beramberî vê bêdeng e û wiha domand: “Civaka sivîl li beramberî vê bêdengiyê, îro pêwîstiya wan bi piştevaniyê û dengek ku wan ji rewşa ku rastî hatine rizgar bikin heye. Ji bo edalet û wekhevî pêk were divê li zayendê neyê temaşekirin û divê hemû girtî bigre nava xwe. Divê derbarê girîngiya vê de hê zêdetir hişyarî were avakirin.”
‘Rewşa jinên girtî xirab e’
Buşra Al-Amirî diyar kir ku derbarê hejmara girtiyên jin di herdû aliyan de hejmarek rast nîne û bi taybet Husî derbarê di mehên dawî de jin û mêrên ku di saziyên civaka sivil de dixebitin hejmarek zêde ya girtiyan heye.
Buşra Al-Amirî îşaret bi wê yekê kir ku di girtigehên Husiyan de rewşa jinên girtî ne baş e û wiha got: “Jinên girtî ji mafên xwe yên sereke ên darizandina adil, xizmeta tendirûstiyê û pêwistiyên bingehîn bêpar tên hiştin. Gelek caran rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tên. Ji derveyî sûcên ku tê xistin ser wan, muameleya ku rumeta mirovan bixwe dibînin, rastî tacîz û tecawzê tên. Gelek jin tewanên ne exlaqî li dijî wan tên bikaranîn dighêje asta werin bidarvekirinê. Girtiyên jin ji mafê hevdîtina bi malbatên xwe re bê par tên hiştin û her wiha gefa ku ger ji malbatên xwe re van kiryara bêjin wî zirarê bigihînîn heskiriyê wan, li wan tê xwarin.”
‘Ger jin muxalefetê bikin, rastî muameleya xirab tên’
Semaa Ehmed ku li Yemenê di rêveberiyek sivîl de dixebite sedemê di muzakereyê de behsnekirina jinan wiha anî ziman: “Sûcdariyên ku derbarê jinan de piranî mijara ‘namûsê’ ye. Teqtîka ku jinan ji her rewşê dûr bixe ye, ji ber dema ku jin êşên jin û malbata xwe bibînin rastî nêzîkatiyên xirab tên. Ger muxalefetê bikin rastî gef, tacîz û tecawîzê tên.”
‘Wê heta kengê jin ji derveyî muzekereyan werin hiştin?’
Rojnamevan Şeymaa Remzî îfade kir ku ev muzakere ji bo gihandina aştiyek mayînde yek ji gavên girîng in û wiha got: “Lê belê em dibînin girtiyên jin ku di van muzakereyên girîng de cih girtin, derbarê sûcên kirin de tu belgeyek nîne û di girtîgehan de dimînin. Girêdanbûna siyasî, îdeolojî û azadiya fikir, girtina jinan yan jî ji bo sûcek li wan bar bike ne hincetek e. Jinên li navendên binçavkirinê, di formên ku bi pirsgirêk û aştiyê re eleqeder dibin de ne girtine dest. Ji ber jin hemwelatiyên Yemenê ne nexistin nav muzakereyan. Wê heta kengê jin ji derveyî aştî û muzakereyan werin hiştin?”