Jinên Xezayê li ber Meclisa Zagonsaz ê Filîstinê çalakî lidarxistin

Komeleya Aisha a Parastina Jin û Zarokan, li Xezayê Li pêşiya Meclisa Zagonsaz a Filistînê bi dirûşmeya ‘Ji Bo Guhartina Qanûnên Cezayên Li Xezayê Di Meriyetê De Ye’ çalakî lidarxistin. Jin daxwaz kirin ku zagonên pêşgirî yên tûndiyê werin gûhartin.

Komeleya Aisha a Parastina Jin û Zarokan, li Xezayê  Li pêşiya Meclisa Zagonsaz a Filistînê bi dirûşmeya ‘Ji Bo Guhartina Qanûnên Cezayên Li Xezayê Di Meriyetê De Ye’ çalakî lidarxistin. Jin daxwaz kirin ku zagonên pêşgirî yên tûndiyê werin gûhartin. 
NEXEM KARACA 
Xeza- Komeleya Aisha a Parastina Jin û Zarokan (Aisha Association for Woman and Child Protection-AISHA) bi dawîkirina kampanya ya ‘Çalakbûna 16 Rojan’ a li Xezayê bi kûlîlkên zer û sipî pêşwazî kirin û daxwaz kirin ku tûndî li kû derê bi çi awayê tê jiyîn bila be, divê bi dawî bibe. Çalakî bi dirûşmeya ‘Ji Bo Guhartina Qanûnên Cezayên Li Xezayê Di Meriyetê De Ye’, li ber Li pêşiya Meclisa Zagonsaz a Filistînê hat lidarxistin. Jinan daxwaz kirin ku li dijî tûndî, taciz, tecawiz û destdirêjiyê, divê cezayên giran ji kesên cûdar re were dayîn. 
Banga têkoşîna hevbeş 
Jinên Xezayê, bi gotina ‘em li malê, li ser înternêtê, li kolan, kar û di nav hemû civakê de qadên bi ewleh dixwazin. Yên ku civakê pêş de bibin jin in û yên ku civakê li ser lingan bigrin jin in. Ji bo bê edaletiyên ku bi tûndiyê li ser jinê tê pêkanîn, em têkoşîna hevbeş bimeşînin û destnîşankirin ku êdî dem ne dema bêdeng mayînê ye. Jinên Xezayê Li pêşiya Meclisa Zagonsaz a Filistînê stand vekirin. 
“Divê misogeriyên zagonî werin bilindkirin”
Jinên Xezayê dan xuyakirin ku sûcên destdirêjî, kûştin û tûndiya li ser jinê di pêvajoya şewba koronayê de pir zêde bûne û bal kişandin li ser vê yekê ku li dijî tûndiya pir alî zêde dibe, divê teqez têkoşînekê pir alî were meşandin. Jinen Xezayê destnîşan kirin ku tûndî ne tenê jinê û têkoşîna jinê, her wiha şaneyên civakê jî dişkîne û bilêvkirin ku divê mîsogeriyên zagonî werin bilindkirin. Her wiha bibîrxistin ku tûndiya aborî bi awayekê pir alî jinan dorpêç dike. 
Jin bi standên ku vekirine gel agahdar dikin
Komele, Li pêşiya Meclisa Zagonsaz a Filistînê stand vekirin û xebatên agahdarkirina gel meşandin. Nûnerê komeleyê Mona Moussa got: "Di warê gihiştina edaletê ya jinan de me lez daye xebatê xwe yê agahdarkirinê û belavkirina hişmendiyê. Di mijarên tûndiya nav malbatî û cûreyên tûndiyê yên ku herî zêde jin pê re rû bi rû dimînin em gel agahdar dikin. Em hewil didin ku li dijî tûndiyê çandekî hevbeş ava bikin.” Mona Mousa, destnîşan kir ku xebatên wan ên piştgirî û piştgiriya hiqûqî jî hene. 
Her wiha hevrêzkara bernameya tenduristiya derûnî li Komeleya Eyşe Xolod Cuwaida wiha anî ziman:"Di çarçoveya kampanyaya cîhanî de, komeleyê çend çalakî û çalakî pêşkêş kirin bi armanca dabînkirina jin ji civakeke bê tundiyê bi hemû şêweyên wê."