Jinên Xezayê di nava qirkirinê de neçarî ducanîbûnê tên kirin

Di civakên ku di bin bandora şer û xelayê de ne, pirsgirêkên ku jin dijîn zêdetir in. Jin, li şûna dayîna mafê hilbijartina wexta ducanîbûnê û plankirina malbatên xwe, di bin zexta normên civakî yên bêrehm de diwestin.

REFÎF ÎSLÎM 

Xeza – Hinek jin, ruxmê ku naxwazin û ji ber sedemên curbecur neçarê ducanîbûnê tên kirin. Li gorî nêrîna civakê, sedema herî girîng an zarokên kur neanîne yan jî birayê kur neanîne, an jî hevjînê wan hejmarek zêde zarok dixwazin. Mêr, tendrustiya jinan a fîzîkî û derûnî nafikirin; bêyî şert û mercên baş zêdebûna ducanî û welidîn, jinan bêhtir diwestîne. Lê pirsa herî girîng ev e: Gelo jin di bin şert û mercên giran ên şer, xela û derûniya xirab de, neçarî zextên bi vî awayî werin dê rewşa wan çawa bibe?

Çîrokên di nava êşê de

Jina ku navê Samîa Mihemed bi kar tîne, dema li xala belavkirina alîkariyê li benda dora xwe bû, destê xwe daniye ser zikê xwe û dibêje nizane çima hevjînê wê zaroka şeşemîn dixwaze. Ruxmê ku di şert û mercên bombebaran, koçberî û xelayê de, çar keçên wê yên biçûk û kurek wê heye jî hevjînê wê qebûl nake.

‘Jin û zarok zêdetir xelayê dijîn’

Samîa Mihemed diyar dike ku li bajar jin û zarok zêdetir xelayê dijîn xurekên teqwiye û vîtamînên ku di pêvajoya ducaniyê de digrin, êdî nayên peydakirin. Dema vê rewşê ji hevjînê xwe re dibêje jî bersiva yan ducanî bibe yan jî telaq bide hê digre; vebijarkek din nîn e û nikare çarenûsa xwe tayîn bike.

Samîa, hîs dike ku pitik bedana wê dixwe; bi taybetî çokên wê diêşin, nikare zêde bimeşe û di hilgirtina zikê xwe de zehmetiyan dijî. Her wiha diranên wê rizî bûne û dema lêçûnên çêkirina diranên xwe budceya hevjînê wê derbas dike, neçar dimîne bi pirsgirêka xwe ya diranan re bijî. Her ku ev hemû êşên fîzîkî zêde dibin, hêrsa wê ya li dijî zarokên wê yên biçûk jî zêde dibe lê tu sûcên zarokan nîn e.

Samîa Mihemed da zanîn ku malbat keçên xwe bi mêrên qet naxwazin re neçarî zewicandinê dikin. Ji ber ku ji bo dabînkirina dahata xwe tu çareyek nabînin û ji ber nexebitîna dadgehan û bêencambûna gelek dozên nefeqeyê, gelek jin di heman rewşê de ne, nikarin nefeqeyê bigrin.

Her wiha hevjînê jineke din a navê Samer Abdul Selam bi kar tîne, ruxmê ku welîdina zarok ji bo dayik gelek xeterên tenduristiye tîne jî naxwaze zaroka xwe ya bi salan e li bendê ye winda bike. Jin dibêje ku di şerê li dijî hevjînê xwe de, mirin vebirjarkek baştir e.

Samer, diyar kir ku ne li dijî xwedîbûna zarokan e lê divê destpêkê tenduristiya bedana wê baş be û piştre ruhê xwe yê ji ber şer wêran bûye baş bike. Di şerê ku li Xezayê didome de, zarok ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in; dema nexweş dikevin xizmeta tenduristiyê nîn e, parka lîstikê nîn e, xwarin û vexwarina paqij nîn e, perwerde nîn e û pêşeroja wan nediyar e. Di van şert û mercan de çima zarokên xwe mehkûmê jiyana bi vî awayî bikin?

‘Divê jin di hemû warên jiyana xwe de xwedî biryar bin’

Lêkolînera pirsgirêkên civakî û rojnamevan Hanan Şebat, diyar kir ku piştî şerê 2023’an li Xezayê zêdebûna welidînan mîna şûrekî dualî ye û wiha got: “Ya ewil, jinên Filistînî neçar in îsbat bikin artêşa ewil in ku welat diparêzin û ruxmê şert û mercên jiyanê qet nîn e jî kokên xwe bi hêz dikin. Ya duyemîn jî di bin xela û zexta derûniya mezin de, girtina biryara ducanîbûnê xeter û riskek cidî ye. Lewma divê jin bi awayekî îradeya xwe ya azad û îknabûyî, van biryaran bigrin; bi vî awayî dikarin encamên fizîkî û derûnî ragirin, bi awayekî baş zarokên xwe xwedî bikin û derfetên baş pêşkêş bikin.”

Hanan Şebat, wiha axivî: “Divê mêr jinan neçarî tiştên naxwazin nekin. Di pêvajoya ducaniyê de li şûna xwedîbûna baş, neçarî dengê roket û bombayên fosforê yên ji aliyê navneteweyî ve hatine qedexekirin, dimînin.”

‘Divê jin li gorî daxwaza xwe zarok bîne’

Li gorî Hanan Şebat, di biryara ducanîmayîna jinan de du sedem hene; Ya ewil bi daxwaza xwe ducanîbûn û ya duyemîn jî bi zextên hevjîn, malbat û civakê ye. Rastî gefa hevberdanê yan jî zewaca mêr a bi jineke din re tên; di vê rewşê de jin ruxmê naxwazin jî neçar in qebûl bikin.

Hanan Şebat, da zanîn ku ger ducanîbûn gefê li jiyana dayikê bixwe divê hilgirtina zarokê red bike, li dijî hemû zextan bisekine û hewl bide bi hevjîn an jî di nava malbatê de bi kesek ku bikaribe îkna bike re biaxive. Hanan Şebat, bal kişand ser girîngiya biryargirtina jinên Filistînê û hemû jinan di hemû qadên jiyanê de û diyar kir ku bi vî awayî dikarin civakê bi rêve bibin û baştir bikin.