Jinên Xezayê di bin siya şer de rastî gelek binpêkirinan tên

Jinên li Zîvala Xezayê, ji ber qeyran û şerê heyî pirgirêkên derûnî, fizîkî, hiqûqî û tendirûstiyê dijîn. Jinên ku li kampan dijîn rastî gelek binpêkirinan tên.

MARÎNA ANDAS

Beyrûd- Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistinê de ku ji 7’ê Cotmehê ve berdewam dikin, nêzî 15 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn û ji cihê xwe bûn. Gelê ku li kampan bi cih bûne demên gelek zehmet derbas dikin. Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê gel du meh in ji hemû pêwîstiyên xwe yên bingehîn bêpar in.

Alissar Nofal ku li Xezayê dijî, tiştên ku jiyane rewşa li Xezayê weke felaket îfade kir. rojnamegera femînîst Christine Muhanna bal kişand ser pirsgirêkên ku jin dijîn.

‘Rewşa li Xezayê felakete’

Alissar Nofal der barê tiştên ku dijî de wiha got: “Rewşa li Xezayê felaket e, bi taybetî malzemeyên tibî nayên temînkirin û jinên ducanî yên serî li bijîjk nedane hene. Em di rewşek perîşan de ne, av, kehrebe û xwarin nîn e. Tiştên herî bingehîn tune ne îcar wê çawa ewlehiya jinên ducanî bixin bin ewlehiyê? Derman, nan, şîr an jî pedên paqij ên jinan nîn in.”

‘Malbata min belavî cihên din bûne’

Alissar Nofal der barê bêdengiya êrîşan de helwest nîşanî gotina ‘Ger di nava me de mirovahî bi temamî nîn e û hûn behsa kîjan femînizmê dikin?’ da û wiha got: “Ez ducanî me lê belê ji hevjîn û malbata xwe dûr im. Ez têkiliyê bi malbata xwe re danaynim ji ber ku her yek ji me ji ber bombebarana Îsraîlê koçî cihekî bûye. Ji ber qutbûna înternetê ez nizanim ka dayika min a nexweş û malbata min di kîjan rewşê de ne.”

‘Li kampan tiştekî xwarinê tune ye’

Alissar Nofal da zanîn ku li kampan ji pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê bêpar in û wiha domand: “Ji ber ku tiştekî xwarinê nîn e em her roj birçî radizên. Sibehan ji bo zarokên xwe ez nan amade dikim. Di konan de ji ber nêzî zêdeyî 40 kes dimînin xwarinên heyî têr nakin. Em her roj tiştên weke erîşte, nîsk, savar çêdikin. Em destpêkê xwarin didin zarok û pîr û kalan. Piştre xwarina ku dimîne em dayik û û jinên ducanî dixwin. Ava ku em vedixwin qirêj e .”   

‘Şer hemû tiştan bi xwe re bir’

Alissar Nofal destnîşan kir ku ji dema ji malên xwe derketine ve serê xwe neşûştine û wiha got: “Di van şert û mercên ku em dijîn de bi awayek fizîkî me dest ji tendirustiya xwe berdaye. Ev jî derûniya me xira dike û em ketine rewşeke wisa ku pêwîstiya me bi kesek ku piştgiriya me bike heye. Şer enerjî û hemû tiştên ku di dilê me de mane bi xwe re bir. Dibistan û zanîngeh jî rawestiyan, piranî hilweşiyane. Niha em tenê dixwazin ji bo zarokên xwe pariyek nan bibînin. Di bin xirbeyan de li gel xeyalên me tune bûn.”

‘Jinên ducanî ji mudaxeleya tibî bêpar in’

Rojnamegera femînîst Christine Muhanna bi bîr xist ku jinên femînst di aliyê zêdebûnê de rastî qeyrana mirovî hatine û got: “Li gorî rapora Fona Nufusa Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), îro zêdeyî 50 hezar jinên ducanî li Xezayê hene, ev jin piraniya wan ji ber kêmaniya malzemeyên tibî û ji ber werzîş nekirine zora kurtajê li wan tê kirin. Jin her roj rastî kurtaja bê ewle tên. Gelek sazî alîkariya Xezayê dikin. Hinek pêwîstiyên bingehîn ên jinan çavdêrî nekirin. Jinên ku pêvajoya reglê de ne, ji ber xwe nagihîjînîn pedên paqij, di aliyê psîkolojîk de neyênî bi bandor dibin. Ji ber ku jinên ducanî piştgiriya tibî nagirin, vê pêvajoyê zehmet derbas dikin.”