Jinên wargeha Mexmûrê îsal jî bi rihê 8’ê Adarê têkoşiyan

Edîbe Paksoy ku yek ji mamosteyên dibistana navîn a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e li ser girîngiya 8’ê Adarê axivî û diyar kir ku jinên wargehê her sal bi ruhê serhildêr ê 8’ê Adarê li hemberî zîhniyeta paşverû têdikoşin.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Li her devera cîhanê jin her sal bi ruhê 8’ê Adarê ango ruhê têkoşînê di nava berxwedanê de ne. Li dijî her cure êriş, zîhniyeta paşverû, qirkirin û bêmafiyê serî hildidin û bi qêrîna ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bo azadiya xwe têdikoşin. Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi ruhê 8’ê Adarê yê serhildêr her sal têdikoşin. Li wargeha ku 30 sal in beramberî êşên penaberiyê jî têdikoşin, jin xwedî rolên pêşeng in. Her sal bi reng, deng, çand, huner û têkoşîna xwe sala xwe dixemilînin. Îsal jî bi heman şêweyî jinên wargeha Mexmûrê di nava têkoşîna jiyanê de bûn. Li hemberî zîhniyeta serdest a mêr, êrişên dewleta Tirk, ambargo û rêgiriya PDK, êrişên hikumeta Iraqê, zorî û zehmetiyên jiyanê û hwd… di nava berxwedanê de bûn.

Yek ji mamosteyên dibistana navîn a Şehîd Jiyan ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Edîbe Paksoy der barê girîngiya 8’ê Adarê û têkoşîna jinên wargeha Mexmûrê ya salekê de ji ajansa me re axivî.

‘Jinan bi berdêlên pir giranbiha vê rojê bi dest xistine’

Edîbe Paksoy di destpêka axaftina xwe de da diyarkir ku roja 8’ê Adarê roja Jinên Kedkarên Cîhanê xwedî girîngiyek pir mezin e û wiha got: “Rojeke gelek girîng e, ji ber ku jinan bi berdêlên pir giranbiha vê rojê bi dest xistine. Li bajarê New Yorkê jinên ku di kargehekê de dixebitîn, ji bo mafên xwe çalakî li dar xistin. Di encamê de êrişek li ser wan çêbû û agir bi kargehê ket. Ev bû pêngavek ji bo 8’ê Adarê. Ji wê dîrokê ve heta roja îro gelek çalakiyên jinan çêbûne.”

‘Di şoreşa PKK’ê de bi hezaran jin bûn pêşengên berxwedanê’

Edîbe Paksoy di nava axaftinên xwe de diyar kir ku fikir û felsefeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye pêşxistin li ser esasê azadiya jinan e û got: “Bi pêngava Rêber Apo û avabûna PKK’ê re mafên jinan ji nû ve hat destgirtin û bi fikrên Rêber Apo ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hat avakirin, Rêber Apo got ku heta ku jin azad nebe civak azad nabe. Di vê şoreşa me ya PKK’ê de bi hezaran jin bûn pêşengên vê berxwedanê. Li tu devera cîhanê tenê ji bo azadiya jinan ewqas berxwedanî nehatiye raberkirin. Lê di tevgera me ya azadiyê de azadiya jinan bingeh hat girtin.”

‘Jin di hemû saziyên me de rolên pêşeng dilîzin’

Edîbe Paksoy di berdewamiya gotinên xwe de rola jinan a di wargeha penaberan a Mexmûrê de wiha anî ser ziman: “Em weke jinên wargehê ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûne û pê re dijîn, azadiya jinan û girîngiya azadiya wan me hîn zêdetir fam kiriye. Jinên wargehê jixwe bi salan e di nava çalakî û têkoşînê de ne. Ji ber ku berxwedanek pir mezin a 30 salan heye û di vê berxwedanê de jin rolên herî girîng dilîzin. Her wiha rengê jinan di nava karên rêxistinî de bi taybetî li wargeha me xwedî rengekî cuda ye. Jin di hemu saziyên me de rolên pêşeng dilîzin. Ji ber ku jin di hemû karan de zêdetir xwedî berpirsyarî û îradeyek diyar in. Ji ber ku dema jin hez bikin û bixwazin karek bikin, zêdetir dikarin serkeftî bin. Ango serkeftina jinan di hemû karan de berbiçav e, bi taybetî jî li wargeha me.”

‘Jinên wargehê bi ruhê têkoşînê 8’ê Adarê pêşwazî dikin’

Edîbe Paksoy di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ruxmê ewqas êrişan jî di 30 salên penaberiyê de, jinên wargehê gihîştin asta serkeftinê di hemû karên xwe de. Ev jixwe di îrade, reng û xwezaya jinan de heye. Ji ber ku di dîrokê de jî di civakê de jî hatiye dîtin, jin xwedî hêza komkirin, parastin û vînê ne. Ji ber ku jinên wargehê fikir û felsefeya Rêber Apo û rêxistina me ji xwe re esas girtine gelek bi  pêş ketine. Jinên wargehê bi ruhê têkoşînê 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Em jî roja 8’ê Adarê roja Jinên Kedkarên Cîhanê li hemû jinên têkoşer, Rêber Apo û şehîdan pîroz dikin.”