Jinên Tûnisî neçarî koçberiyê dibin
Ji ber ku derfetên kar peyda nabin, jinên Tûnisê neçarî koçberiyê dibin. Ev jî bandorek neyînî ser malbatê û herêmê dike.
NAZÎHE BÛ SAÎDÎ
Tûnis – Ji bo jinên Tûnisî koçberiya yasayî û ne yasayî bûye biryara kesên bê çare. Ev biryar bi taybetî jî piştî ku rayedaran nekarî karekî li gor bikêrhatina wan a ku li malê wenda bûye bibînin, rû didin.
Hejmara welatiyên Tûnisê yên koçber, nêzî 566 hezar kesan e. 388 hezar ji wan xort in û 178 hezar jî jin in. Her wiha temenên wan bi piranî di navbera 18-24 salî de ne. Ew jî niştecihên herêma Tûnisa mezin, Rojhilata Navîn û başûrê herêmê ne. Armanca welatiyan ji vê koçberiyê, peydakirina derfetên kar û jiyanek aram e. Piraniya wan berê xwe didin dewletên Ewropayê, bi taybetî jî Fransa, Almanya û Îtalyayê.
Neçarî koçberiya neqanûnî dibin
Derbarê koçberiya neyasayî ya jinên Tûnisê de, Lêkolînvana Zanista Civakî Nesrîn Bin Silêman axivî. Nesrîn destnîşan kir ku jinên Tûnisê ji ber têkçûyîna rewşa wan a aborî û civakî koçberiya neyasayî hildibjêrin û wiha got: “Ji ber aloziya aborî û civakî ya li herêmê rû dide, jin neçarî vê koçberiyê dibin. Heta jinên ducanî jî neçar dibin. Koçberiya neyasayî di nav civakê de şerm bû, lê niha civak wê koçberiyê tevî xeterên wê tercîh dike. Hikûmetên Tûnisê yên piştî şoreşa 2011'an, beşeke mezin a berpirsyariya zêdekirina diyardeya vê koçberiya di nav jinên Tûnisî de hildigirin. Ji ber ku hikûmetê ji bilî bêhêvîbûn, îhmalkirin û bê baweriyê di nava civaka xwe de ava nekirine.”
‘Ji ber peydanekirina derfetên kar koçber dibin’
Seroka Yekitiya Niştimanî ya Jinên Tûnisê Radiya El Cerbî jî li ser sedemên koçberiyê rawestiya. Radiya derbarê sedemên xwesteka xwendekarên jin, derçûyên zanîngehan û jêhatiyên jin a ji koçberiyê re, wiha got: “Koçberbûna ciwanan zêdetir bûye. Herî zêde li gel jinên ciwan ên ku lîsansa bilind bi dest xistine daxwaza wan ew biçin derveyî welêt. Rewşa aborî ya ku di van salên dawî de li welat serdest bûye, nebûna perspektîf û hêviya dîtina karekî ji ciwanan re, derfetên koçberiyê vedike. Bi armanca jiyanek aram û peydakirina derfetên kar ew neçarî koçberiyê dibin. Wezareta kar a Tûnisê jî di salên borî de tu derfetên kar ji civakê re ava nekir. Mixabin di hikûmetên me de ferasetên serdest ku ji bo civakê derfetên kar vekin û pêdîviyên wan ji xwe re bingeh bigirin tunene.”
'Divê zû rê li pêşiya koçberiyê bê girtin'
Radiya El Cerbî tekez kir ku zarokên wê jî bi armanca peydakirina derfetên kar li gor xwendinên xwe bi dest bixin serî li koçberiyê didin û wiha pê de çû: “Du keçikên min koçberî Kanada û Fransayê bûne, her wiha keça min a sêyem jî hewl dide serî li koçberiyê bide, ger tu kar li herêmê peyda neke. Em ji zarokên xwe re layîqtir in û welatê me jî ji wan re layîqtir e, lê dema ku welat dihêle jêhatîbûna xwe li derve radest bike, wê gelek berdêl jî bide. Mafê jinên ciwan li herêmê tên çewsandin. Piştî xwendin û zanebûnê beşek ji wan di malê de dimîne, beşên din jî li ser medyaya dîjîtal dixebitin. Piraniya wan jî li gundan xizmeta lawiran dikin. Divê bi lez û bez çareserî ji van pirsgirêkan re bê dîtin û rê li pêşiya koçberiyê bigirin. Ji ber ku ev herêmê di felaketên mezin re derbas dike.”.