Jinên Tûnisî dê nehêlin destkeftiyên wan bê hedefgirtin – GOTAR
Jinên Tûnisê, ji ber pergalên rêveberî yên paşverû û mîrasa çandî ya baviksalar ku cudakariyê kûrtir dike, du car rastî zextan tên. Ruxmê ku jinan bi saya têkoşîna xwe destkeftiyên zagonî bi dest xistine jî piranî bi armancên siyasî hatine bikaranîn.

FADÎLA MUHAMMED EL-DEŞREWÎ
Çarenûsa jinên di civakên Ereb û Îslamî de, ji ber pergalên rêveberî yên kevn û pûçbûyî û pergalên paşverû yên fikrî yên bingehên wan ên îdeolojîk û feraseta baviksalar a li dijî jinan, du qat zêdetir êşê dikşînin. Di vê çarçoveyê de, rewşa jinên Tûnisê, hewceyê baldariyeke taybet e. Ji ber ev jî mîna jinên din, bi salan rastî biçûkxistin, tundî û cînayetên hovane hatin. Lê ruxmê vê yekê jî li dijî van hemû zext û cudakariyan jî biryara têkoşînê dan. Di vê riyê de ketin girtîgehan, îşkence dîtin lê qet dev ji maf û azadiyên xwe bernedan.
Di salên 1950’î û beriya vê de, bi saya têkoşîna jinan û tevgerên çepgir ên pêşverû, hinek destkeftiyên girîng hatin bidestxistin. Zagona Rewşa Kesane ya di 13’ê Tebaxa 1956’an de ket meriyetê jî yek ji van destkeftiyan e. Ev zagon ruxmê hemû kêmasiyên xwe jî li Tûnisê di aliyê başkirina pozîsyona jinan de mîna gavekî girîng tê dîtin.
Di navbera destkeftiyên hiqûqî û şikandina xeyalên siyasî de
Sala 1993’an di heyama Zeynel Abidin Bin Elî de, di qanûnan de hinek guhertin çêbûn. Di mijarên hevberdanê de ji bo jinan zêdetir pêbawerî hat dayîn, mafên welayeta zarokan hat piştgirîkirin û mijarên mîna mehîr, nefeqe û hevkariya madî ya di zewacê de ji nû ve hatin sererastkirin. Neçariya îtaetkirina jinan a ji bo hevjînê xwe hat rakirin û şêweyekî têkiliyê ya wekhevtir hat pênasekirin. Ji bo pêşîgirtina xapandina jinan a di hevberdanên veşartî de û ji bo mîsogerkirina mafên nefeqe û welayetê jî hinek made hatin xurtkirin.
Guhertineke din a di sala 2006’an de hat kirin, mafên dayikên xwedî mafên welayetê yên bi zarokên xwe re bi hev re jiyan, ket bin pêbaweriya qanûnî. Ger hevjîn, vê mafê binpê bike, dikare mehkûmê cezayê darvekirinê bê kirin.
Bi saya têkoşînê zagona pêşîgirtina li tundiyê hat derxistin
Ev destkeftî biçûk in lê gavên erênî ne. Jinan bi saya têkoşîna ku li dijî zextan dan, gelek tişt bi dest xistin lê piştî şoreşê, bi zêdebûna hemû cureyên tundiyê yên li dijî jinan, rêxistinên maf û komeleyên jinan, ji bo derxistina qanûnan zext kirin. Di dawiyê de di 11’ê Tebaxa 2017’an de qanûna ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî jinan, cezakirina kiryaran û bihêzkirina wekheviya jin û mêr, hat qebûlkirin.
Her çend ev qanûn, gavekî girîng a Zagona Rewşa Kesane piştgirî dike û wekheviya jin û mêran armanc dike jî ji bo bicîhanîna zagonan mekanîzmayên têrkêr ava nekiriye. Bi awayekî têrkêr nêzî pirsgirêkan nebûye û hevpeymanên navneteweyî yên hatine kirin jî tenê li ser kaxizê mane. Ji heyema Bourguiba vir ve tu rêveberiyek, di mijara bicîhanîna van destkeftiyên qanûnî de, gavên rast neavêtiye. Zagona Rewşa Kesane, piranî caran tenê mîna amûrek xapînok hatiye bikaranîn.
Azadiya jinan: Dirûşma siyasî ye yan jî kedxwariya çînî ye?
Azadiya jinan, ji aliyê Habîb Bourguîba ve ji bo avakirina îmajeke lîderek modern û rêzê li mafên jinan digre, hat bikaranîn. Lê wî vê yekê, ji bo bihêzkirina serweriya xwe ya li seranserê welat, mîna amûrek bi kar anî. Propagandaya ku li ser mafên jinan dihat kirin, ji bo veşartina avahiya çînî ya civakî û newekheviyên herêmî, hat bikaranîn.
Bourguîba, dema ku kedxwarîkirina dewlemendiyên dewlet a ji aliyê beşek biçûk û şîrketên biyanî ve vedişart, xwe li ser mafên jinan mîna "rizgarkerê jinan" binav kir lê di rastiyê de, jinên li çar aliyên Tûnisê; di kargehên Elman, Belçîqî, Fransiz û Îtalyayê de bi mûçeyên kêm û timî caran ji kar derxistinê re neçarî karkirinê hatin kirin. Gelek jin, ji bo piştgirîdayîna malbatên xwe, neçar man dev ji dibistanên xwe berdin.
Hewl dan jinan li ser ekranên televîzyonê weke kesên kêfxweş nîşan bidin
Zeynel Abidin Bin Elî jî heman taktîkê bi kar anî. Bi belavbûna kanalên televîzyonê re, hewl da jinên Tûnisê li ser ekranan mîna kesên kêfxweş û azad nîşan bide. Lê ev yek xapandinek bû. Jin di pişt wan dîmenên sexte de, di şert û mercên giran ên kar û cudakariyê re têdikoşiyan. Ketina jinan a ji bo gelek bazaran jî ne lutfek bû, encama hewldanên wan û pêdiviyên civakî bûn.
Hem Bourguîba û hem jî Zeynel Abidin Bin Elî, dikaribûn qebûl bikin ku hewce dike qanûn li gorî pêdiviyên serdemê, bê guhertin. Her du jî di têgihîştinên dinî û qanûnên şerîetê de asê man.
Bejî Qaed Essebsî ku mîna modernîst dihat dîtin jî mijara wekheviya di mîrasê de tenê mîna malzemeya hilbijartinê bi kar anî û piştre bi temamî ji rojevê derxist. Ev mijar, heta niha jî hebûna xwe mîna tabûyekî ku desthilatdaran ji rûbirûbûna tirsa windakirina serweriya mêr direvîne, didomîne.
Me got qey berbanga azadiyê ye
Di roja 14’ê Çileya 2011’an de me xeyal dikir û digot qey ji ser çavên me û dilê me perdeya nîvsedsalî rabûye, em kêfxweş bûn û me got qey berbanga azadiyê ye. Me got qey dê jinên Tûnisî stranên li ser azadiyê bibêjin lê bi demê re serê maran xuya kirin, Birayên Misilman û bermahiyên rejîma berê jehra xwe belav kirin, bi talan, wêran û diziye êrîşê welat kirin. Hewl dan saziyên dewletê tune bikin, pergala dawî li pergala medenî bînin, me ji nû ve ber bi eşîret û qebîletiyê ve bibin. Xwestin pêşî li maf û azadiyê, têgehên wekheviya jin û mêr bigrin, kes nikaribe bîne ser ziman. Bi vê yekê re şer ji nû ve gur bû. Di wan “deh salên tarî” de jinên Tûnisî di refên pêş ên pevçûnên bi xwîn û bi tevger de cih girtin lê têkoşîna wan û ya gelê Tûnisê, li pêşiya felaket û Birayên Misilman bûn asteng, nehiştin zirarê bidin aliyê medenî yê dewletê û mafên jinan. Bend û zagonên ku me ber bi tarîtiya berê ve bibin neketin meriyetê. Benda “Jin mêr temam dike” derbas nebû, dewlet pergala xwe ya medenî dûr neket. Deh salên tarî derbas bûn dûre pênc salên zor hatin.
Tişta ku Birayên Misilman bi ser nexistin, serokomarê populîst û derbekar, di demeke ku gel di nava bêhêvîtî û windabûnê de bû, piştî şikandina baweriya bi elîtên siyasî, bi gavên lezgîn û bêdeng xist pratîkê. Elîtên siyasî, ketin kemîna platformên medyaya kirêkirî û hinek parlamenterên ku tenê heqaret dikirin û diqîriyan û parlamentoyê veguherandibûn sîrkê.
Serokomar saziyên dewletê yek bi yek ji rayeyên wan bêpar hişt girt bin fermana xwe
Vê rewşê raya giştî anî rewşeke wisa ku ji bo pejirandina derbeyê û desteka jê re amade be. Serokomar artêşê bi kar anî û desthilatdariyê girt destên xwe, bi zext û zorê birêve bir; serê gel bi gef û dirûşmên weke “Xayîn û gendelî” tije kir. Di wê nevberê de saziyên dewletê yek bi yek ji rayeyên wan bêpar hişt, girt bin fermana xwe. Niha di hemû waran de têk çûye, rejîmeke rastgir û populîst ava kiriye û welat ber bi felaketê ve dibe. Bûye welatekî ku aboriya wê nemaye, xizanî lê zêde ye, bihayê her tişî zêde ye, bêkarî duqat bûye. Girtina kar a mirovan hatiye rawestandin, mehane paşve hatine xistin, aloziyan civakî zêde bûye, sûcên mezin û bikaranîna madeyên hişbir belav bûye. Çareseriya ji bo van yekan jî tenê zext, girtin, girtîgeh û îşkence ye. Jinên Tûnisî, ji ber rewşa xwe ya qels, herî zêde zirarê ji vê rewşê dibînin.
Îro jinên Tûnisî di her warî de din ava xizaniyê de dijîn, zulm, zext, birçîbûn, cehalet û rêwîtiya bi xeter a li ser deryayê ya koçberiyê bi zarokên xwe re dijîn. Jinên Tûnisî, ji ketina qada giştî bêpar hatine hiştin, ji mekanîzmayên biryargirtinê tên dûrxistin.
Li Tûnisê di warê mafên jinan de paşketin çêbûye
Jinên Tûnusî salên dirêj li dijî polîtîkayên Partiya Demokrat Makezagonê, Yekîtiya Demokratîk a Makezagonî, Tevgera Nîda û Tevgera Nehdayê li ber xwe dan. Îro ji nû ve li dijî rêveberiya populîst a rastgir a ji sermayeya hov a Rojava re xizmetê dike, hemû çavkaniyên welat desteser kiriye û li hemû beşên civakî belav bûye têdikoşin. Vê rêveberiyê, bi pergala xwe ya nû ya hişk û bi xwe ve girêdayî Tûnisyan zincîr kiriye, hewl dide jinan ji mafên wan bêpar bihêle û wan her dem bi ‘hêza’ mêr ve girê bide.
Bendên zagonî yên temînata mafên jinan bûn hatin rakirin
Desthilatdariya heyî, ji bo azadî û mafên jinan, pêşketinên ku bi Zagona Rewşa Kesane hatine bidestxistin gefek mezin e. Benda 2’yem a Makezagona sala 2014’an ku pergala medenî ya dewletê digirt bin temînatê derxist. Bi wê yekê mewzûata nûjen û pêşketî ji holê rakir; makezagonê, bi şerîeta îslamê ya ku îdia dike “li her derê û her demê derbasdar e” re guherand. Benda 21’emîn a Makezagona Tûnisê ku di navbera jin û mêrên Tûnisî de wekheviya maf û peywir di nava xwe de dihewand ji meriyetê derxist. Îdia kir ku di hilbijartinan de girêdayî rêgeza kotaya zayendê ye lê bi biryarnameya bi hejmar 55, pêşî li ketina jinan a qadên giştî girt; nehişt bigihîjin astên girîng û mekanîzmayên biryargirtinê. Di hilbijartinên parlamentoyê de rêjeya jinan bû ji sedî 26, di meclîsên herêmî de jî bû ji sedî 9,5.
Di lehiya jinên Tûnisî yên têkoşer de penc sal in bendek zagonî nehatiye zêdekirin
Zagona Rewşa Kesane jî êdî nikare ji vê serdemê re bibe bersiv û li gorî mercên niha nikare mijaran di çav de derbas bike. Di lehiya jinên Tûnisî yên bi sebr, hilberîner û têkoşer de penc sal in tu benda zagonî nehatiye zêdekirin. Li dijî cudakariya zayendperest a di warê cihêz, di malbatê de mezinbûna mêr, welayeta zarokan, hilbijartina xanî, cudakariya di warê mîras de tu gav nehat avêtin. Mijara mîras ji bo wî pîroz û destnedayî ye lê ji aliyê ramyar Tahar Haddad ve di sala 1930’yan de hatibû rojevê.
Tişta herî bi xeter jî îro ew e ku desthilatdarî bi propaganda û riya medyaya dîjîtal, ji bo tiştên ku rewşa jinan xirabtir bike bingehê ava dike. Hewl dide pêşî li gavên ku wan ber bi demên berê yên xirab ve bibe veke.
Di vê dema ku têkçûna axlaqî, civakî û aborî gihîştiye asteke bêsînor de; nebesiya dewletê ya di warê kêmkirina krîzê de, zêdebûna zext û zordariyê de, du “çareseriyên” desthilatdariyê hene. Yek jê şîdet, zext û girtin û girtîgeh e. A duyemîn jî tunekirina aqil û ramanê ye. Bi wê yekê hewl dide riyên zanistî û çaresriya mantiqî bigre, kevneşopiyên olî û çanda paşverû bi kar bîne, desthilatdariya xwe bidomîne. Bi gel didin bawerkirin ku ji pirsgirêkan re çareseriyê dibînin. Bi îdiaya ku ji bo hevberdanê çareseriyê bibînin, ji benda “hevberdana lihevkirî” ya di Zagona Rewşa Kesane de dest pê dike, hewl dide guherînan çêbike. Bi vê yekê plan dike ku di demên pêş de dest bavêje madeyên bi xetertir jî. Di vî warî de bi parvekirinên di medyaya dîjîtal de, serê gel ji bo pejirandina vî fikrî amade bike.
Ji dadgehê heya noterê di dozên hevberdanê de têkçûna edaletê
Mijara hevberdanê, bêkarî, paşketina xizmetên giştî yek ji pirsgirêkên civakî yên kronîk in. Çareseriya vê pirsgirêkê, divê ku stratejiyek neteweyî bi beşdariya kesên di warê aborî, civakî, siyaset, perwerde û çandê de pispor, rêxistinên mafên mirovan û saziyên têkildar hebe. Lê xuya ye di van mercan de ne pêkan e vê yekê em tenê bi têkoşînê dikarin biguherînin.
Em hemû dizanin ku sedemên sereke yên hevberdanê, zoriyên aborî û zextên di warê jiyanê de ne. Ji ber ku mirov nikarin pêdiviyên xwe yên xwarin û tendirustiyê bi cih bînin, kiriya malên xwe û fatûreyên xwe bidin û deyndar in; dibin sedema pirsgirêkên derûnî esabî. Ev yek jî bi xwe hevberdanê tîne. Sedema duyem jî bi ya yekem ve girêdayî, şîdeta nava malbatê ye. Ev şîdet ji ber nezanînê, zêdebûna feraseta mêr, mudaxeleyên malbatan û hinek nexweşiyên ku tên veşartin zêde dibe.
Sedema hevberdanê şîdet e
Li gorî rapora ku Wezareta Jinan û civaka sivîl amade kiriye; ji sedî 58 jinên hevjînên xwe berdane, şîdetê dîtine. Ji sedî 44 şîdeta derûnî, ji sedî 26,7 şîdeta bi gotinan, ji sedî 15,6 şîdeta zayendî, ji sedî 11,7 şîdeta aborî, ji sedî5,3 şîdeta fizîkî. Sedema zêdebûna rêjeya van bûyeran gotinên bi nefret, zêdebûna gef û şîdetê ye.
Li dijî zêdebûna rêjeya hevberdanê, qelsbûna xebatên di darazê de û kêmbûna kadroyan, hewl dide benda 31’ê ya Zagona Rewşa Kesane biguherîne. Li gorî vê dê dozên hevberdana lihevkirî ji dadgehên werin girtin, li noterê werin dîtin. Ev yek, ji bo mafên jinan paşketineke cidî ye, li dijî hiqûqa malbatê û pergala civakî gef e. Dadgeh, dezgehên hiqûqî yên serbixwe ne, alozî û tevliheviya civakî ya di zewac û hevberdanê de dizanin. Ger ev raye bikeve bikeve destên noteran dê jin bibin mexdûrên mêtinkarî, zextên civakî û binpêkirina mafan.
Têkoşîna jinan a li dijî paşketina hiqûqî û civakî
Di rewşek ku hevberdan bi riya noteran çêbin de dê serdestiya mêr zêdetir bibe, destkeftiyên jinan tune werin hesibandin û mêrên ku dixwazin ji barê dayîna nefeqeyê rizgar bibin biparêze. Îro mafên jinan, azadî û wekheviya zayendî di bin gefên mezin de ne.
Nabe ku paşve gav were avêtin û destkeftiyên jinên Tûnisî tune bibin. Divê em ji bendên di Zagona Rewşa Kesane de ku êdî sûdê nadin jinan û li gorî xeyalên wan nîn in derbas bibinbi têkoşîna zêdetir, maf û azadiyê biparêzin. Divê em wekheviyê pratîze bikin, hemû bi hev re mafên mirovan, ji paşverûtî, xwegirtin û kapîtalîzma hov a ku pencên xwe dirêjî her derê jiyanê kiriye rizgar bikin. Divê em beşdarî têkoşîna netewewî ya xwedî asoya sosyalîst û demokratîk e bibin; ji bo derxistina zagoneke şoreşger a pêşî li biçûkxistin û paşketina jinan bigre bi hev re bixebitin.
* Nivîskar û aktîvîsta Tûnisê