Jinên Tûnisî bi stranan ji xwe re stargehek ava kirin

Jinên li bajarê Sûseyê di Kuluba Stranan a Jinên Xweşik de tên ba hev, perwerdeya muzîkî dibînin, stranan dibêjin. Kuluba ku ji bo jinan bûye stargeh, stres û westandina rojê dide jibîrkirin.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis- Li bajarê Sûse yê Tûnisê Kuluba Stranan a Jinên Xweşik, ji bo jinên ku li derve û li malên xwe dixebitin bûye cihê bêhvedan û aramiyê. Kulub di heman demê de bûye cihê hevdîtinê jî. Jinên ji her asta perwerdeyê û ji her temenî, li kulubê ji aliyekî ve behremendiya xwe ya gotina stranan bi pêş dixin, li aliyê din jî stresa rojê ji ser xwe davêjin.

Damezrîner û revebera kulubê Jamila Alawî, diyar kir ku gelek jin tên kulube, jin bi gotina stranan xwe ji nû ve diafirînin. Jamîla Alawî wiha axivî: "Hemû kesên ten kulubê jin in û ji her temenî hene. Bi saya vê derê, daxwazîn muzîkal ên di dilê me de mane, daxwazên ku em di jiyana xwe ya kevneşopî, medyayê de nabînin bi cih tên. Bêguman her kes dixwaze stranan bibêje û hevdîtinan bike û bi saya kulubê em gelek behremendiyên xwe keşif dikin.”

‘Kulub ji bo jinan cihê aramiyê ye’

Jamîla Alawî, da zanîn ku wan dîtine ku her kesa ku beşdarî kulubê dibe xwedî beheremendiyeke cuda ye û wiha domand: “Her jina Tunisî zêdetir bi malbat û karê xwe re mijûl dibe lê bi saya vê kulubê, dikarin tiştên di dilê xwe de der bikin, bi riya muzîkê rehet bibin û enerjiya xwe serbest bihêlin. Muzîk ji bo kesên ji muzîkê hez dikin, derman û terapî ye. Di heman demê de zimanê gelan e. Ji bo hemû jinên ku li bextewarî û rehetiyê digerin kulub stargehek e. Rehetiya ku çêdibe, ji bo gelek nexweşiyan jî baş e.”

‘Di jiyana me de bûye cihekî girîng’

Yek ji jinên ku demek dirêj e beşdarî kulubê bûye jî Rana Shabah a malnişîn e. Rana Shabah got: “Jinên Tûnisî dema xwe ya zêde li cihê kar an jî li malê derbas dikin. Bi saya van kuluban, ji cihê kar û malê derdikevin demên xweş derbas dikin, jinên din nas dikin, fikrên xwe ji hev re dibêjin. Ev der di jiyana me de bûye cihekî girîng. Em li vê derê bi hev demê derbas dikin û dûre di mijarên din de em sohbet dikin. Em stranan dibêjin û kêfxweş dibin.”

 

Kulubê pêşî li hevaltiyên nû vekir

Xwediya kulubê Khawla Ezzeddîne jî got: "Ev der ji bo jiyana me bûye cihekî girîng lewre em ji malê bi stres derdikevin dema tên vê derê rehet dibin. Em li kulubê hev nas dikin, rewşek bi aheng çêdibe û bi wê awayê em stresa xwe davêjin, ji westandin û enerjiya negatîf rizgar dibin. Ji ber ku zarokên min koçber bûne ez li malê tenê dijîm, ji ber vê yekê ji bo ji xwe re hevalan bibînim derdikevim derve. Bi saya kulubê me hev nas kir.”

‘Armanca me ew e ku kesên tên vê derê bextewar bibin’

Mamosteya perwerdeya muzîkê Serene Muhdhabî jî diyar kir ku xebat di heman demê de te wateya ku em ji gelek zextan rizgar bibin û wiha domand: "Qada min a xebatê zêdetir teknîkên gotina stranên Erebî ye. Ez tevli vê kuluba ku ji her temenî jin hene bûm. Kulub jinên ku ji huner û muzîkê hez dikin, ji sergêjiya jiyanê û zextan rizgar dike. Em carna di çarçoveya çalakiyên malbatê de tên ba hev û van xebatên xwe ji bo di medyaya dîjîtal de biweşînin dikşînin. Ez ji bo beşdaran muzîkên cuda lêdidim. Armanca me ew e ku kesên tên kulubê bi kêf û bextewar bin. Em li vê derê hînî muzîk û çandên cuda dibin. Ji bo ku em koroyek ava bikin û partiyek li dar bixin her wiha ji bo hevsengiyê dixebitin.”