Jinên Tûnisê li hemberî qetilkirina Rifqa El-Şarinî rabûn

Wezareta Jin, Malbat û Kesên Teman Mezin ên Tûnisê, bilindbûna asta şîdeta nav malê di demên dawî de bi taybetî di dema Koraona û meha Remezanê de, bi tundî şermezar kirin.

Tûnis – Wezareta Jin a Tûnisê li dijî normalîzekirina tundiya bi her cûrê şîdeta li dijî jinan, çi di qada taybetî û çi di qada giştî de, hişyarî da. Her wiha wezaretê bang li hemî aktorên sîyasî, partî, rêxistin û hemî pêkhateyên civaka sivîl kir ku ji bo belavkirina çanda têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan û perwerdekirina jin û mêran bixebitin, da ku hemî şêwazên şîdeta li ser jinan ji holê were rakirin û rûmeta mirovahiyê ya her jineke were parastin.
"Cejin tuneye û jin tên kuştin"
Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisî jî êrîşa gulebaranê li dijî hemwelatiyeke bi navê Rifqa El-Şarnî ku di 9'ê Gulanê de, li ser destê hevjînê wê yê ku di karûbarên ewlehiyê de dixebite, şermezar kir. Komeleyê di daxuyaniyek ku li se malpera xwe ya fermî weşandibûn, armanca xwe ji bo sazkirina tevgerke protestoyî bi serenavê "Cejin tuneye û jin tên kuştin" girêdayî roja cejinê di saet dehê sibehê de, ragihand. Her wiha komeleyê bang li hemî jinan kir ku li hemû herêmên komara Tûnisê dirûçmeya "Ji jinan re aramî tune ye û şîdet wan mîna epîdemiyekê dikuje" li ser malan daliqînin.
Rêxistana jinan ya bi navê "Misawa" a Partiya Karker, ji bo domandina bîranîna jinên ku ji ber şîdetê hatine kuştin, roja 9'ê Gulanê dike rojek neteweyî ji bo tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan.