Jinên Tunisê li hemberî koronayê kampanya dan despêkirin

Yekîtiya Netewî ya Jinên Tûnsî bi navê “Aşî bikin û pêşî lê bigirin” kampanya ya li hemberî koronayê dane despêkirin.

Tûns - Yekîtiya Netewî ya Jinên Tûnsî li hemberî vîrosa covit 19 bi navê “Aşî bikin û pêşî lê bigirin” ji 13’ê Adarê ve kampanya dane despêkirin. Tê payîn ev kampanya di nava welat de hîn zêdetir belav bibe. Ji bo rewşa aşîkirinê hêsan bikin û her kes bikare jê sud bigire dê li hemû binkeyên tenduristiyê xebatên ji bo aşîkirina li hemberî koronayê bên despêkirin. Dê ji bo jinên li herêmên bejayî û gundewaran dimînin, kêm endaman, kal û pîran jî cuda derfetan çêkin û ew jî bikarin sud ji vê yekê bibînin.
Di çarçoveya xebata aşiya li hemberî koronayê ku 13’ê adarê hatî despêkirin de heya niha 279 hezar kesan jê sud dîtine û hatine aşî kirin.