Jinên Tûnisê dixwazin saetên xebatê werin kêmkiriin

Li Tûnisê jinên ku dixebitin, xwestin saetên zêde yên ji bo karkirina wan tên ferzkirin ji nû ve werin sereratkirin û nîvroj bixebitin.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis- Li Tûnisê jinên ku dixebitin, ji ber saetên zêde yên kar û hemû dema xwe ji derve derbas dikin, rastî gelek zehmetiyan tên. Jin dixwazin, mercên xebatê baştir bin û saet kêm bibin.

Xebatkara bi navê Sumaya Al-Qabsî da zanîn ku saetên zêde yên kar jinan ji hal dixin û got: “Jinên bi sîstema du dan dixebitin, di warê fizîkû psîkolojîk de pir ji hev dikevin. Ez di komîseriya çandiniyê de bi sîstema du danan dixebitim. Ji rêwêtiyên çûnhatinê westiyam û her roj heman ceribandinê dijîm. Ez di saet 04:00’an de radibim û taştê dixwim bi zaroka xwe ya ku hê salek wê temam nebûye re eleqedar dibim. Ew nexweşa sendroma Down e, pêwîstî bi eleqeyek zêde heye. Di navbera nîvroyê de ez têm malê û xwarinê amade dikim.”

‘Divê sîstema xebatê danek be’

Nassima Abdel- Aali ku di saziyeke civakê de mudur e tiştên ku jiyane bi van gotinan anî ziman: “Li Tûnisê saetên kar di navbera 08:00- 05:00’an de ne. Jin bi awayek disîplînê dixebitin; serkeftina xwe ya kar îsbat kirine. Xwedî gelek berpirsyarî û pazîsyonan in. Lê belê xebata du dan û sîstema ku hemû rojê li cihê kar bi taybetî rewşek ku bandorê li dayikan dike ye. Hem divê bi karê malê re eleqedar bibin hem jî bixebitin bi awayê derûnî bandorê li wan dike. Bi taybetî ji bo jin û mêran, karên îdarî divê di ber çavan re derbas bikin. Li welatên modern ne li gorî sîstema saetên xebatê, li gorî kalîteya kar e. Jinên xebatkar bêyî ku berpirsên civakî îhmal bikin û ji bo alîkariya ku di erkê îdarî de serkeftî bibin divê bikevin sîstema yek dan.”

Jinan ji bo mafên xwe îmzeyan berhev kirin

D.r Psîkolog  Enas Ben Salima wiha nirxandin kir û got: “Cihgirtina jinan di jiyana kar de divê qadê de xwe îsbatkirin girîng e. Bi vê sîstemê xebata ji bo jinan bûye bargiranî. Dema ku ez li xebatkarên xwe mêze dikim, ferq dikim ku hemû roj xebitîne, bi awayek fizîkî wan diwestîne. Ji ber piştî ku jin vedigerin malê vê carê jî bi karê malê, xwarin, lênêrîna zarokan re eleqedar dibin. Ji bo wekheviyê di nava mal û kar de pêk bînin neçar dimînin zû rabin. Hemû rojê westiyayî û bi fikar derbas dikin.”

Jin hem li cihê kar dixebitin hem jî li malê

Enas Ben Salima diyar kir ku jin dema xwe di navbera kar û mal de derbas dikin tu dem ji bo xwe venaqetînin û got: “Jinên zewicî ji aliyê hevjînên xwe ve ji ber bêeleqedarî û îhmalkirina zarokên xwe tên sûcdarkirin. Ev rewş bandorê li tendirustiya derûnî û fizîkî ya jinan dike. Di vê wateyê de divê saetên xebatên di ber çavan de werin derbaskirin. Berê ji komek jin û mêr, der barê saetên xebatê de li ser hesabê medyaya dijîtal kampanya dan destpêkirin. Kampanya ji aliyê zadetirî 10 hezar kesan ve hat îmzekirin. Ên ku kampanyayê îmz kirin girîngî didan sîstema xebatê ya yek dan, roja Şemî û Yekşemê roja navberê dipejirandin, bang li hemû aliyên pêwendîdar dikin ku derfeta îstîşareya neteweyî û pêkanîna wê bikin.”

Seroka malbat, jin, zarok û pîran a Tûnisê Amal Moussa da zanîn ku beriya demekê girîngîdayîna li cihê kar bi sîstema yek dan ji bo nirxandina fîzibîlîteyê komîteyek fikrên neteweyî ava kirine. Ev komîte wê salekê çêkerên hikumetê di qadên civaka sivîl, psîkolojîk, civaknasî û aborî de bi beşdariya pisporan xebatê bide meşandin.