Jinên Tûnisê bi tecrubeyên xwe bang li jinên Sûriyeyê kirin
Çalakvanên Tûnisê bang li jinên Sûriyeyê kirin û gotin ku divê bi hemû maf û destkeftiyên xwe ve girêdayî bin, li dijî gefên li ser jiyana xwe bixebitin, xwe bi rêxistin bikin.
NEZÎHE BOSEÎDÎ
Tûnis – Li ser guherîna rêveberiya Sûriyeyê, di mijara mafên jinan de guman çêbûne. Di demên dawî de ji ber gotinan, metirsî di warê maf û destkeftiyên jinan de çêdibin, bi taybetî di demeke de ku cîhadîstan dest danîne ser rêveberiya welat de. Ev bûn sedema pirsa ‘dê jinên Sûriyeyê çawa mafên xwe yên biparêzin?’
Ji bo bersiva van pirsan ajansa me hevdîtin bi çalakvanên Tûnisê re kir. Bi taybetî ji ber ku Tûnis di heman rewşan re derbas bûye me xwest em nêrînên wan bipirsin.
‘Divê cudahiya fikir û siyasetê li pêşiya yekitiya jinan nebe asteng’
Cîgira Yekem a Kombenda Tûnisê ya parastina maf û azadiyê, Necat EL Zemûrî diyar kir ku yekitiya di navbera jinan de bi hemû alî û mezhebên xwe weke bingeheke hişk e ji bo rûbirûbûyîna li hemberî gefên li dijî maf û azadiyan û wiha domand: "Divê cudahiya fikir û siyasetê yekitiya jinan asteng neke. Bi taybetî der barê armanca hevbeş a parastina mafên hevbeş di warê azadî û wekheviyê de. Divê di asta yekem de karê hevbeş were xurtkirin, bi riya damezrandina rêxistinên jinan ên serbixwe ji bo bibin lêvegera parastina mafên jinan. Ji ber ku rêxistinên civaka sivîl xeta parastina yekem a ji bo azadiyê ne. Ya duyem jî li gorî tecrubeya Tûnisê divê fişar ji bo temînata destûrî were kirin, bi riya daxwaza danîna bendên rast di destûrê de ku parastina mafên sivîl ên jinan dikin. Ji ber ku bi destûrê maf dikarin werin parastin û bikevin bin temînatê."
‘Jinên Tûnisê bi saya şiyariya der barê xeteran de bi ser ketin’
Necat El Zemûrî wiha domand: "Di deh rojên reş ên li Tûnisê de jinan roleke zindî di bexwedana li hemberî siyasetên vegera ji destkeftiyan de lîstin. Karê hevbeş bi parêzvanên mafên mirovan û jinan re yek ji bingehên serkeftinê bû. Karê hevbeş û komî bi hêzên demokratîk re ji bo serkeftinê girîng e. Her wiha beşdariya dezgehên çapemeniyê û medyaya dîjîtal di belavkirina hişyariyan de girîng e ji bo jin di warê metirsiyên paşverûtiyê de şiyar bin. Jinên Tûnisî rûbirûyî hewildanên qeydkirina azadiyên xwe hatin lê belê bi saya hişyariya wan derbarê xeteriya fikrê tarî di derbasbûna pirojeya paşverû de bi ser ketin. Divê jinên Sûriyeyê jî bi helwestên xwe ve girêdayî bin. Divê ji têkoşînê netirsin ji ber maf tên girtin nayên dayîn."
‘Bi berxwedana îro pêşeroja nifşên hatî diyar dibe’
Necat El Zemûrî teqezî li ser girîngiya hişyariya bi girîngiya hebûna jinan di navendên biryaran de kir ji bo beşdarî danîna siyasetên rêzgirtinê ji mafên jinan re digrin bibin. Da zanîn ku ji ber tu kes parastina mafên jinan nake divê ew bi xwe vê yekê bikin û ev yek anî ziman: "Divê hevgirtin bi rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî re hebe ji bo parastina doza jinên Sûriyeyê were kirin. Ji ber ku doz adil e û hêjayî piştgiriyê ye. Tecrubeya Tûnisê îsbat kir ku berxwedana komî û hişyariya bi mafan û yekbûna refan li kêleka wê jî zexta ragihandinê û hiqûqî dikare encamên berbiçav pêk bîne ji ber berxwedana îro pêşeroja nifşên bê diyar dike."
‘Divê jin tu carî teslîm nebin an na dê hemû destkeftiyên xwe ji dest bidin’
Çalakvan û hiqûqnas Necat Erarî got: "Riyên çareseriyê li pêşiya jinên Sûriyeyê tune ye ji bilî xwe bi destkeftiyên xwe ve girêbidin û daxwaza mijarên girîngtir bikin. Girîng e rola jinan di komeleyan de aktîf be û tevli partiyên siyasî û hevgirtina bi desteyên neteweyî re bibin. Ji bo parastina demokrasî û edaletê divê cihê jinan di jiyana giştî de û tevlibûna nava tevgerên civakî de hebe. Divê jin teslîm nebin ji ber eger teslîm bibin dê hemû destkeftiyan ji dest bidin û dibe ku vegreke mezin çêbibe. Divê piştgiriya dengê jinan li Sûriyeyê were kirin."
Necat Erarî teqezî li ser girîngiya hebûna jinan di nîqaşên giştî li kolanan û ragihandinê de kir û bal kişand ku divê tevgera jinan li Sûriyeyê xwedî stratejiya kar be ji bo parastina maf û destkeftiyan bike û destkeftiyên din jî bi xwe re bîne.
‘Rewşa Sûriyeyê metirsîdar e’
Rojnamevan Xewla Şebeh jî li ser mijarê wiha got: "Rewşa Sûriyeyê metirsîdar e bi taybetî têkildarî jinan. Ji ber ku Sûriye piştî êriş û dagirkirina 13 salan û bi hilweşîna rejîma Esed re hatina desthilatdariyê ya cîhadîstan ket pêvajoyeke nû. Xuya ku dê di warê azadiya jinan de tengavî çêbibe. Di rastiyê de vê tevgerê ji destpêkê ve mafên jinan kir hedef. Bi riya hinek kiryaran ji ber wê li pêşiya jinên Sûriyeyê gelek zehmetî di demên pêş de hene."
‘Senaryoya ku piştî sala 2011’an li Tûnisê çêbû niha li Sûriyeyê dubare dibe’
Xewla Şebeh di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Girîng e jin di destpêkê de parastina welat bikin û di pêlên pêşîn û di asta yekem de ji dîmenê nû yê Sûriyeyê bi bandor nebin. Li pêşiya jinên Sûriyeyê têkoşîn û berxwedan heye ji bo parastina mafên xwe bikin. Senaryoya li Tûnisê piştî sala 2011’an çêbû niha li Sûriyeyê dubare dibe lê bi rengekî metirsîdartir. Jinên Tûnisê di gelek zehmetiyan re derbas bûn ji bo parastina destkeftiyên xwe bikin. Li kêleka wê zagona hejmar 58 a têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan jî heye. Divê jinên Sûriyeyê destên xwe bidin hev ji bo li hemberî hemû gefên li dijî maf azadî û wekheviyan bisekinin."
‘Sûriye ji dîktatoriya Esed ber bi dîktatoriya cîhadîstan ve diçe’
Endama Sendîkaya niştîmanî ya rojnamevanên Tûnisê Cîhan Lewatî jî got: "Îro roj dema em li tiştên li Sûriyeyê tên gotin, weke ferzkirina sergirtinê, di dema hevpeyvînên televîzyonan de temaşe dikin, gelek pirsnîşan di serê mirovan de çêdibin. Ev yek gefê li mezheb ol û baweriyên li Sûriyeyê dixwin. Em weke jinên Tûnisê û rojnamevanên Tûnisî tecrubeyeke berxwedaniyê ji bo pir rengiyê ava kiriye û ji bo dengê jinan bilind bimîne bi taybetî der barê tundiya li dijî jinan de em her dem şiyar in. Sûriye xuya ye ji dîktatoriya Esed ber bi dîktatoriya cîhadîstan ve diçe û ev rewş metirsiyan zêde dike."