Jinên Tiltemirê: Jin bi xebatên xwe hevgirtina neteweyan misoger kir
Bi gotina 'Til Temir mozayîka gelan e' hevgirtina pêkhateyan a ku jinan bi projeya neteweya demokratîk misoger kiriye û xistine bin temînatê baş tê famkirin. Jinên ji pêkhateyên cûda dibêjin: "Em di bedenek de ruhekî ne."
SORGUL ŞÊXO
Hesekê – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kurd, Ereb û Aşûran zêdetir Ermen, Êzidî, Tirkmen û gelek neteweyên ku bi êrîşên qirkirinê re rûbirû mane xwe spartine vî parçeyî hene lê ne li gorî hişmendiya ku rejîma Baasê ya tenê yek al, ziman û netew li gorî projeya neteweya demokratîk bi hev re li ser vê axê bi awayekî demokratîk û wekhev dijîn.
Ji bo ku em rastiyê bêtir ji devê jinan bibihîsin, li Til Temirê ku biçûktirîn bajarê Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, me nêrînên jinên pêkhateyên Kurd û Ereb girt.
Elya Oglo, bi eslê xwe Tirkmen e lê li parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê di sala 1959’an de ji dayik bûye, 43 sal in li Til Temirê dijî, dayika 4 keç û 4 lawan e û 31 neviyên wê hene.
Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re cudakarî û nijadperestî ji holê rabû
Elya Oglo got ku welatekî bê nijadperestî tune ye û wiha domand: "Bi taybetî di mijarên zewaca pêkhateyan bi hev re de nijadperestî hebû. Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re û rûniştandina fikrên neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kir, nijadperestiya heyî sal bi sal kêm bû. Li şûna wê hezkirina pêkhateyan û rêzgirtina ji dîrok, ziman û çanda hev re zêde bû. Li vir em sê netew bi hev re dijîn lê em yekdest in û ev bi şoreşê re bi pêş ket û ket bin temînatê. Li welatên Ewropayê jî nijadperestî heye, ciyawazî di navbera mirovên spî û reş de heye, tu zimanê biyaniyan nizanibî te di nava xwe de qebûl nakin. Heta li parêzgehên Sûriyeyê ferqa sunî û elewiyan heye; li vir li herêmên Rêveberiya Xweser, jiyana bi hev re sernavê têkoşîna me ye. Li vê derê pirsa tu Kurdî yan jî Aşûrî yî nayê kirin, tu ji kîjan neteweyê bî li hemberî ol, mezheb û zimanê te rêz tê girtin."
'Nimûneya jiyana azad û navenda demokrasiyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye'
Elya Oglo got ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimûneya jiyana hevpar û navenda demokratîbûnê ye û wiha daxwaza xwe anî ziman: "Fikreke demokratîk hatiye rûniştandin, heyf e ku ev fikir li giştî Sûriyeyê û cîhanê nekeve pratîkê. Ji ber yekbûna me hişt ku em dagirker û hêzên terorîst ku cîhanê xistibûn xeterê têk bibin, di çeperên şer de te şervaneke Kurd ligel Ereb û Aşûrî didît ku bi hev re ji bo rûmeta xwe şer dikirin. DAIŞ’î ligel ku terorîst in tundrew in jî. qaşo misliman in hatin êrîşî gelê xirîstiyan kirin, ew dan kuştin, revandin û dîlgirtin. Ji bo ku Aşûriyan xilas bikin Kurd û Ereban li dijî DAIŞ’ê serî hildan û ew ji qirkirinê parastin. Van neteweyan bi hev re wiha li ber xwe dan û serkeftina bajarê xwe yê ku mozayîka gelan e, misoger kirin. Em giyanekî de bedenek de ne.
Ên ku ev hevgirtinê jî xistin bin temînatê jin bûn ên ku vê hevgirtinê biparêzin jî dîsa ew in. Dema ku çeteyan êrîş kirin, jinan bi şev nobedarî dikirin û bajarê xwe diparastin, bi roj jî xwarin ji şervanên xwe re amade dikirin. Jinên pêkhateyan hem rola şervaniyê, hem jî rola dayikên şoreşger dilîstin. Ev giştî bi saya fikrên Rêber Ocalan e, em ji vir daxwaza azadiya wî ya fizîkî dikin."
Mihdiya Hec Mihemed jineke Kurd e 62 salî ye, dayika 3 keç û 6 lawan e her wiha dibe 23 neviyên wê hene. Ev demeke dirêj e li taxa Şehîd Viyan dijî ku li wir malên Kurdan li rex malên Ereb û Aşûriyan weke tabloyeke cuda taxê dixemilînin.
'Netew ji polîtîka û tevliheviyên rejîma Baasê zanatir bûn'
Mihdiya wiha behsa polîtîkayên rejîma Baasê ya li dijî têkiliyên gel ên civakî kir: "Dijminên jiyana hevbeş a gelan gelek hewldan û tevlihevî derxistin lê nikaribûn bigihîjin armanca xwe û hevgirtina gelan têk bibin. Em li civat û şevbihêrkan, di şîn û şahiyan û serkeftinê de her dem bi hev re ne û heman hestî dijîn. Rejîma Baasê gelek tevlihevî derxistin, gel bi hev dan kuştin lê gel têgihîşt wê rastiyê ku kuştin ne Kurd û ne jî Ereban diqedîne, ji lewre careke din li hev civiyan û pirsgirêkên xwe bi hev re çareser kirin. Şer bêtir dihêle ku em yekitiya xwe ava bikin, li vir xwîna me bû yek û topa ku li erdê diket hemû neteweyan hedef digirt."
'Ocalan nebûya wê neteweyan bi hev bidana kuştin'
Mihdiya Hac Mihemed got ku ger Rêber Abdullah Ocalan nebûya wê gelan bi hev bidana kuştin û qetilaman rûbidana û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çawa li Efganistan û Pakistanê şer heye û qetilam çêdibin wê li herêma me jî rû bida, ger me Rêber Ocalan nas nekira. Rêber Ocalan wekhevî û hezkirinê li şûna kîn û dijminatiyê di nava gel û neteweyan de çand."