Jinên Til Temirê ruxmê êrîşan dê 8'ê Adarê bi coş pîroz bikin

Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temir a kantona Hesekê Madlên El-Ubêd der barê amadekariya pêşwazîkirina 8'ê Adarê de axivî û da zanîn ku ew ê ruxmî xeter û êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê, 8'ê Adarê pîroz bikin û asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin.

  
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amadekariyên cur be cur tên kirin. Di heman demê de jî Rêxistina Kongreya Star a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava liv û tevgerê de ye. Der barê vê mijarê û amadekariyên Kongreya Star ji bo pêşwazîkirina 8'ê Adarê di nava şert û êrîşên dewleta Tirk de, Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê Madlên El-Ubêd axivî.
Êrîşên dagirkerî û guhertina demografyayê berdewam dikin
Madlên El-Ubêd êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û gotina xwe wiha anî ziman: "Zêdetirî salek e navçe û gundewarên Til Temirê rastî êrîşên dewleta tirk a dagirker tên, di heman demê de jî gelek kiryarên dij-mirovî der heqê gelê herêmê de pêk anîne. Ji qetilkirina mirovan heya guhertina demografiya herêmê pêk tên. Armanca topbaranan jî ew e ku sivîlên li gundan li ber xwe didin, neçarî koçberiyê bikin her wiha rewşeke ne asayî ava bikin. Li gorî zagonên navdewletî nabe ku sivîl ango binesazî werin hedefgirtin lê dewleta tirk bê ser û ber sivîl û xwezayê hedef digre."
Rûsya erka xwe pêk nayne
Madlên bal kişand ser hebûn û helwesta Hêzên Rûsî li navçeya Til Temirê ji aliyê kiryar û topbaranên dewleta Tirk û hevkarên wê ve pêk tîne û wiha dirêjî da gotina xwe: "Hêzên Rûsyayê ku bi Tirkiyeyê re der barê agirbesta li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Cotmeha 2019'an de li hev kiribûin li gorî erka xwe tevnagere. Hêzên Rûsî ji kiryarên dewleta Tirk li ser gundewarên navçeya Til Temirê ya ku dikeve xeta agir, bê helwest û bersiv dimîne. Bi qasî ku Hêzên Rûsî berjewendiyên xwe diparêzin, erkên xwe wekî garantor pêk naynin. Ji ber ku bi dehê caran gundên bi sedan sivîl lê dijîn hatin topbarankirin û di heman demê de jî barageha wê hat topbarankirin lê mixabin Hêzên Rûsî dîsa bê helwest man. Li hemberî kiryaran çavên xwe digrin û xwe wekî ker, kor û lal nîşan didin."
Hêja ye ku bi navê 'jinên berxwedêr' werin pênasekirin
Madlên behsa jinên ku di xeta agir de ne û li hemberî hemû zehmetiyên jiyanê alternatîfan ava dikin wan wekî jinên berxwedêr pênase kir û wiha pêl da gotina xwe: "Jin jiyan e û afrîner e, li hemberî hemû zehmetiyan bi alternatîf tevdigere. Em li gundên xeta Zirganê û gundewarên ku rastî topbaranê tên, digerin û jinên wan gundên dibînin. Di heman wextê de jî semîner û civînan li dar dixin. Jin li hemberî hemû zor û zehmetiyan bi gelek rê û rêbazan hinek pêwîstiyên jiyanî diafirînin. Ruxmî êrîşên heyî jî jin bi zanebûn tevdigerin. Di nava şer de jin xwe bi rêxistin dikin, axa xwe diparêzin û li hemberî her şerê ku rûmeta wan hedef digre, li ber xwe didin. Jinên ku di xeta eniyê de ne divê ku bi navê jinên berxwedêr werin nasîn."
Roja 8'ê Adarê bi şahiyê pîroz bikin
Madlên di nava şerê heyî de jî amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê bi bîr xist û wiha domand: "Di nava hemû şert û mercan de, çi bibe jî em ê 8'ê Adarê bi coş pîroz bikin. Di sala 2021’ê de me girîng dît ku em li gundan bi semînerên pênasekirina 8'ê Adarê, rol û berxwedana jinan, şîrove bikin. Her wiha ji bo jinên Efrînê yên penaber jî semîner û sînevîzyona hatin pêşandan. Di heman demê de jî me navçe bi pankartên 8'ê Adarê xemiland. Roja 8'ê Adarê jî wekî jinên navçeya Til Temirê û gundewarên wê, em ê bi şahiyekê cejna xwe pîroz bikin û konê pêşandana amûrên kevnar ku di roja me ya îro de pir kêm tên dîtin, vedin. Di rêya çalakiya konê de em dixwazin ku çanda jinên kevnar zindî bikin, ji ber ku çand nasnameya jinan û şaristaniyê ye. Pîrozkirina cejna 8'ê Adarê, bersiveke tund e ji dijminên jinan û bi taybetî ji dewleta Tirk a dagirker re ye. "
'Bila komîteyeke navdewletî bişînin herêmên dagirkirî' 
Madlên daxwaz kir ku bi boneya roja 8'ê Adarê komîteyeke navdewletî herêmên dagirkirî bibînin û rewşa jinan ji nêz ve bişopînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Daxwaza me ew e ku dagirker ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin, ji ber ku ew dîrok û nasnameya herêmê, bi guhertina demografiyaya herêmê, pêk tînin. Bi boneya 8'ê Adarê jî em wekî Rêxistina Kongreya Star daxwaz dikin ku ji Civaka Navdewletî Komîteyeke navdewletî bişînin herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û kiryarên der heqê jinan de pêk tên werin şopandin. Ji ber ku dewleta Tirk bi gelek rê û rêbazan tundî li ser jinan dide meşandin. Em ê bi ruhê şehîd Hevrîn, Seda û Hind asta têkoşîna xwe bilind bikin û dawî li dagirkeriyê bînin."