Jinên Til Temirê: Bi awayekî demokratîk jin bo namzedên jin deng didin

Jinên navçeya Til Temirê yên ku deng dan namzedên jin gotin ku yekem car e bi awayekî demokratîk jin bo namzedên jin deng didin.

Hesekê - Îro jinên navçeya Til Temirê ji bo namzedên jin dê deng didin. Dengdayîna ku ji sibehê ve dest pê kiriye didome. Jinên ku hatin deng dan, nêrîna xwe parve kirin.

Hevseroka şaredariyê dengê xwe da namzedên jin

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Ronaz Yûnis ku hat dengê xwe da namzedên jin got: "Ji bo namzedên jin ku di demên pêş de bibin hevserokên şaredariyê em jî hatin dengê xwe bidin wan. Heta dawî em piştgiriyê didin namzedan û serkeftinê ji bo meş û rêwîtiya wan dixwazin. Em hêvîdar im ku namzedên nû ji bo jinan projeyên nû bi pêş bixin û ji bo civakê jî xebatên baş pêk bînin."

Jinan ji nav zeviyan berê xwe dan ser sindoqên dengdanê

Ayîşa Hesen Cûma koçbereke her wiha ji nava zeviyên berhevkirina kemûnê hat ku dengê xwe bide namzedên jin, wiha nêrîna xwe parve kir: "Me jî mafê xwe yê dengdanê bi kar anî. Ji hevala ku di hilbijartinan de bi ser bikeve em dixwazin gavên baş ji bo herêmê bavêje û ya herî sereke bi gel re rast be."

'Yekem car e jin dikarin namzedên jin hilbijêrin'

Ji Çiyayê Kizwanan jî endama Kongra Star Mehatî Mihemed wiha axivî: "Piştî ewqas sal, ji tarîtiya DAIŞ'ê û hişmendiya baviksalarî ku mafên jinan diçewisand, îro cara yekemîn e ku hilbijartin çêdibin. Îro jî weke jinên Çiyayê Kizwanan em hatine ku dengê xwe bidin jina ku wê me birêve bibe û xizmetê ji bo doza jinan û civaka xwe bike. Hilbijartinên îro, bi awayekî demokratîk in û dê wiha jî bidome."