Jinên Til Temirê: Divê hesab ji Erdogan bê xwestin

Jinên navçeya Til Temirê der barê êrîşên li ser gundewarên navçeyê û qetilkirina 3 zarokan de axivîn û bertekên xwe nîşan dan gotin: “Divê hesab ji Erdogan bê xwestin.”

Hesekê- Dewleta tirk a dagirker 24'ê Nîsanê di saet 16:00'an de gundê Eyn El-Ebid topbaran kir, di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn. Li ser rewşa zarokan û birîndariya wan Rêveberiyê Nexweşxaneya Jiyan û jinên Til Temirê yên li Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.

Birîna Zehra ya 16 salî giran e!

Bijîşk Îsmayîl Osman sersaxî ji malbatên zarokên wan jiyana xwe ji dest dan û birîndaran re şîfa xwest û der barê rewşa zarokan de ev tişt got: "Me her du zarokên birîndar emeliyat kirin, niha di bin çavdêriyê de ne. Zehra ya 14 salî me du kîs xwîn berda laşê wê, kezeba wê pir zirar dîtiye û wekî din jî birînên wê pir bûn. Çend tiliyên wê şikestibûn. Zehra ji ber birîndariya wê ya giran ji 48 heya 72 saetan wê di bi beşa lênêrîna giran de be, heya ku rewşa wê baş xuya bike. Lê Diya em ê îro wî derbixin."

‘Bi çi mafî tê li ser axa me zarokên me qetil dike?’

Selma Berekat êrîşan şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Erdogan ji sivîlan, jin û zarokan çi dixwaze? Êdî bes e, heya kengî wê hebûna xwe li ser tunebûna me ava bike? Ew bi çi mafî tê li ser axa me zarokên me qetil dike û jiyanê li wan diherimîne. Çima wê her dem zarokên me bibin qurbaniyên top û balafirên dagirkeran, ev çi edalet e? Zarokan ji dibistanan heya lîstikên wan bêpar dikin. Çi karê dewleta tirk û leşker û çeteyên wê li vê derê heye? Ji welatê me pêwîst e derkevin. Sûcên ku li vir li ser gelê me dibin dewleta tirk jê berpirsiyar e. Pêwîst e çareseriyek êdî ji van sûcan re were dîtin. Erdogan çi dike bila bike, em li vir in û em ê li vir bijîn û bimrin jî."

'Destên xwe ji welatê me bikşînin'

Xedîcê Asim jî bertekên xwe nîşan da û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bes e êdî! Qey cîhan kor e, nabîne çi sûc li dijî jin û zarokan li vî welatî tên kirin? Çima bêdeng in, êdî bes hevkariyê bi dijmin re bikin. Destên xwe ji welatê me bikşînin, destê xwe ji nava xwîna gelê me bikşînin. Rûsya û Emerîka qaşo hêzên garantor in, ka ew çi dikin û çima li hemberî êrîşên wiha bêdeng in? Hevpeymanên we yên agirbestê tenê nivîsên li ser kaxizan in, hûn tiştekî li ser vê axê ji bo berjewendiyên vî gelî nakin, hûn tenê berjewendiyên xwe dimeşînin."

‘UNICEF niha li ku derê ye û çi dike?’

Xedîcê Asim wiha pêl da gotinên xwe: "Di rojên cejnan de her dem gelê me tê hedefgirtin. Çi sûcê van zarokan heye ku di cejnê de bibin qurbanî. Em ê bibin kelemên çavên Erdogan û neyaran. Êdî hilbijartinên Tirkiyeyê nêz dibin û Erdogan nizane bi çi awayî êrîşê pêk bîne. Harbûna wî di êrîşên li ser herêmên me de baş eşkere dibe. Divê ku hêzên garantor êdî rola xwe bilîzin û piştgiriyê bidin gelê azadîxwaz û demokrat. Sazî û rêxistinên mafên zarokan û mirovan û UNICEF li ku ne? Li welatê wan dema ku lawirek dimre xwe ewqas bi wijdan û exlaq dikin lê çima dema li welatê me zarok tên qetilkirin û dibin qurbanî her kes xwe kor dike. Em ê nehêlin armancên dagirkeran bigihîjin serî."