Jinên Til Temir perwerda xwe parastinê dibînin
Li hember hemû rengê êrîşan û xeteriya li ser herêma Til Temirê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve, ji zarokên 7 salî heya pîr û kalên 70'ê salî xwe birêxistinkirin e. Bi boneya xebatên xwe rêxistinkirinê di biniya rêxistina Kongreya Star de bi pêşengtiya Hêzên Parastina Cewherî-JIN HPC-JIN, jin perwerdeya çekê dibînin. Perwerdeya ku dê çar rojan bidome dê li ser çawaniya vekirin, girtin û bikaranîna çekê be.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava 9 salan de dikarîbûn li gorî şerê gelê şoreşgerî xwe birêxistin bikin û herêmên xwe ji hêzên hegmeon û yên di NATO yê de biparêzin û destanan binivisînin. Erkê parastina welat, her kesê da ye ser milên xwe û bi vê berpirsiyariyê jî tevdigerin. 9 sal in herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoya şer re derbas dibe, li gorî wê jî weke şervanan dayikan jî xwe biçek kirin e. Li hember êrîş û xeteriya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Til Temirê û gundewarên wê, bi pêşengtiya HPC-JIN 26 endam û rêveberên Kongreya Star perwerdeya çawaniya bikaranîna çekê dibînin û ev perwerde wê 4 rojan dewam bike. Ji endamên ku tevlî perwerdeyê bûn e Edla Dawûd û Emel Baravî ji me re behsa vê perwerdê û armanca wê kirin.
“Rêyên em bikar tînin topbaran dikin û sivîlan hedef digrin”
Edla ji gundê Bab El-Xêr ê ku dikeve xeta agir de got ku herêma wan di pêvajoya şer re derbas dibe û wiha dom kir: "Çeteyên dewleta tirk a dagirker, nêzî gundê me ne û ya ku me ji wan vediqetîne satirekî axê ye û rêya Til Temir-Zirganê ye. Gundê me û ew xet bi giştî rastî topbaranê tê û di wexteke nediyar de, hema em dibînin ku nişkêve top wekî baranê bi ser me de bariyan. 2 sal derbas dibin û em di vê rewşê de derbas dibin û em bi topan re rû bi rû dimînin. Rêya ji bo çûyîn û hatina gund jî gelek caran tê topbaran kirin, tevî ku ew rê jî sivîl wê bikar tînin. Tiştê ku ez dibêjim, me bi xwe jiyan kiriye û êş a wê jî dikşînin. Mînak duh dema ku em vedigeriyan gund, em gihiştin gundê Dirdara û erebeya me hate hedefgirtin û top bi ser me de bariyan. Çeteyên dewleta tirk sivîlan hedef digrin, ji ber ku ew rê tenê sivîl wê bikar tînin. Kîjan dem û kêliya dilê çeteyan bixwaze, sivîlan didin ber topan û rêzgirtinê ji kesên temen mezin, jin û zarokan re nagrin."
“Di bin balafirên keşfê de min bi destên xwe binerdek di mala xwe de kola”
Edla da zanîn ku ew rê û rêbazê xweparastinê diafirînin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Yek ji daxwazê min bû ku ez fêrî bikaranîna çekê bibim, da ku ez bikaribim xwe, zarok û derdora xwe jî biparêzim. Ji ber ku gundê me di xeta cebhê de ye, me rê û rêbazên xweparastinê avakiriye. Mînak bi destê xwe û di bin balafirên keşfê de jî, me binerdek di mala xwe de koland, da ku em xwe ji topan biparêzin. Dema ku topbaran çêdibe jî, em xwe di binerd de vedişêrin, heya ku rewş hinekî sakin dibe em derdikevin ser erdê. Li aliyekî din jî, îro em fêrî bikaranîna çekê dibin. Ger êrîşek çêbibe, em li kêleka şervanên xwe bisekinin û bi hev re berxwe bidin."
“Ger em dikarin çekê rakin, temen ne astenge”
Edla bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: "Perwerdeya îro wê sibe û di pêşerojê de sûdê li me bike, taybet ger ku em bikevin cihekî reng de û nikaribin xwe xilas bikin. Ji lewra divê ku hemû jin fêrî bikaranîna çekê bibin û sûdê jê werbigrin. Ger ku em dikarin çekê rakin, wê demê emir jî ne derd ango xem e."
“Hînbûna çekê pêdivîyek sereke ye”
Emel Baravî jî Rêvebera Mala Jinê a navçeyê ye, derbarê perwerdeyê de ev tişt got: "Em îro perwerdeya vekirin û girtina çekê dibînin, armanc jê ew e ku em bikaribin xwe biparêzin. Îro, şervan bi çekê xwe, mamoste bi pênûs û rojnemevan bi kamîreya xwe û em jî bi fikrê Rêber Abdollah Ocalan û çeka xwe ber xwe didin û vê axê diparêzin. Her kes li ser vê axê, bi rê û rêbazên cûda ber xwe didin. Niha temenê min diçe 40 sal û ez bi vê yekê kêfxweş im û ji min re nabe pirsgirêk di vî temenî de fêrî çekê bibim, ji ber sibe ji me re pêwîst dike. Ger îro em nebin parêzvanê rûmeta xwe, wî kî were û axa me biparêze gelo?. Daxwaza min hemû jin fêrî bikaranîna çekê bibin, ji ber erkê parastina welat ne tenê ji şervanan tê xwestin, erkê me hemûyan e. Ji ber rewşa herêma me têre derbas dibe, rewşeke xeter e û ji bo vê yekê jî divê hemû jin amade bin ji bo parastina ax, rûmet, zarok û bajarê xwe. Çi û kîjan dem ji me were xwestin em amade ne. Şervan li xeta agir û em jî li kolanên xwe ber xwe didin û diparêzin."