Jinên Tawerghayê dixwazin astengiyên hilbijartinê derbas bikin
Jinên Tawerghayê bang kirin ku di hilbijartinên herêmî de mafê axaftina wan hebe û ji bo tevlîbûna çalak a rêveberiyê astengî bê rakirin û li dijî vê têkoşîn bê dayîn.

ÎBTÎSAM AXFÎR
Bingazî – Lîbya, piştî serhildanên ku di 17’ê Sibata 2011’an de dest pê kir û bû wesîleya dawîbûna çerxa Muammer Kaddafî ya 42 salan dom kir, hê jî aramiya li welat pêk nehat. Di nava vê pêvajoyê de ji bajarê Tawerghayê nêzî 45 hezar malbat ji cihê xwe hatin koçberkirin. Ev malbatên ku ji koçberiyê re neçar hat hiştin, herî zêde li Bîngazî û Trablusê ku du bajarên mezin ên Lîbyayê niştecih bûn. Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’î ragihandibû ku di sala 2018’an de piştî peymana di mijara vegerê ya ji Neteweyên Yekbûyî ve hat kirin de, nêzî 7 hezar welatên ku koç kirin di Gulana 2021’an de vegeriyan malên xwe. Jinên bajarê Tawerghayê di welatekî ku qeyranên aborî û li pey hev pevçûnên siyasî dijî de, 11 salan têkoşîna jiyanê dan. Jinên ji warên xwe hatin koçkirin, di hilbijartinên herêmî de daxwaza mafê axaftinê dixwazin.
Jin rastî zehmetiyan tên
Çalakvana sivîl Amîna Abdel Karîm El-Mabrouk, diyar kir ku li bajêr li diji beşdarbûna jinan ya ji siyasetê û bûyîna parçeyek ya rêveberiyê gelek astengî hene û girêdayîbûna bajara Tawergha ya ji e şaredariya Misurata rexne kir û anî ziman ku divê şaredariyek serbixwe be. Amîna Abdel Karîm El-Mabrouk a diyar kir ku jinan ji bo hilbijartinên şaredariyên bajarên cuda yên Lîbyayê jî namzet in, ji şaredariya Ebû Salîm Sartieh Salih weke mînak nîşan da. Amîna Abdel Karîm El-Mabrouk a got, ji bo meclîsa bajarê Tawerghayê jin nebûne namzet, da zanîn ji bo vê mêrêk dê bibe namzet û ew ê bê hilbijartin.
Bajar ne serbixwe ye
Amîna Abdel Karîm El-Mabrouk, anî ziman ku sedema ne namzetbûna ji ev e ku Şaredariya Tawerghayê şaxekî şaredariyê ku girêdayî Şaredariya Misurata ye, da zanîn ku di Meclîsa Nûneran de bajar ne şaredariyeke serbixwe ye û rûxme ku di sala 2015'an de ji aliyê hikûmeta demkî ve biryarek hatibû girtin jî, ev yek nehat pêkanîn.
Divê jin bên piştgirîkirin
Amîna Abdel Karîm El-Mabrouk diyar kir ku li Lîbyayê hikûmetên hev du dişopînin, mijara yên cihên xwe hatine koçberkirin û mafên vegerê dest nagrin û destnîşan kir ku divê ji bo ji nû ve avakirina jiyanê, bi awayekî cidî bê xebitandin. Amîna Abdel Karîm El-Mabrouk a der barê piştgirîkirina tevlîbûna jinan ya xebatên siyasî de axivî, dest nîşan kir ku divê di şaredariyê de ji jinan re deng bê dayîn û pêşiya wê bê vekirin. Amîna Abdel Karîm El-Mabrouk bal kişand ku divê ji jinan re ji bo bajara Tawerghayê di Meclisa Nûneran de ji yeke zêdetir kursî bê dayîn û diyar kir ku divê jin bi beşdariya li kurs û semînerên ku jêhatibûna wan yên namzetbûyinê zêde bike, bên piştgirî kirin.