Jinên Suweydayê: Soza me ew e em ê çalakiyên xwe bidomînin

Jinên Suweydayê bal kişandin ku ji bo li Sûriyeyê guherîn çêbibe û pêşerojeke azad pêk were kombûna li qada Keramayê girîng e û diyar kirin ku ew ê ji daxwazên xwe tawîz nedin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda – Jinên li Suweydayê, bi daxwaza edaletê û pêkanîna biryara bi hejmara 2254 a NY’ê, tevgera gel a ku salek li pey xwe hişt didomînin.

Şêniyên bajarê Suweydayê 20’ê Îlonê roja Înê berê xwe dan qada Keramayê, ji bo azadî û rûmetê bang kirin. Şêniyên ji hemû mezheban, bal kişandin ser yekitiya gelên Sûriyeyê û şoreşa aştiyane ya ku li dijî bêdadî û nelirêtiyê dest pê kiriye.

Di dema çalakiyên protestoyî de Omaima Kamal, bi gotinên “Çiqas didome bila be, em ê ji bo ewlehî û îstîqrarê çalakiyên xwe bidomînin” bal kişand ku ew dest ji çalakiyên xwe bernedin û got: “Gelo dê dibistan bibin qadên şerê di navbera xwendekaran de? Kanê hiqûq?” Omaima Kamal bal kişand ku jinên li qadê ji bo pêşeroja Sûriyeyê bixin bin temînatê bi hev re xwedî heman tevgerê ne.

‘Gelo ji vê xirabtir çi heye?’

Maha Abu Raslan jî got: “Salek û du meh e em li qada Keramayê daxwaza mafên xwe dikin, rewşa heyî ji bo her kesê nebaş e. Malbatên ku ji nava çopê li warinê digerin û tiştên dibînin dixwin hene. Gelo ji vê rewşê xirabtir tiştek din heye. Xizmetên li nexweşxaneyan jî xirab in û dibistan jixwe ketine rewşa hilweşînê.”

‘Mal û milkên welat têra me hemûyan dikin’

Tagred El-Basît jî bi gotinên; “Dirûşma me azadî û şeref e û em ji bo vê derketin rê. Em neteweyek ku ji azadiyê bêpar maye û zarokên me hatine terikandin in. Li vê axê cih ji her kesê re heye û mal milk têra me hemûyan dikin. Çima em destûr didin biyanî mal û berhemên welatê me bibin?”