Jinên Suweydayê li dijî qetilkirina jinan meşiyan

Jinên Suweydayê bertek nîşanî qetilkirina jinan ya di bin navê namûsê da û daxwaz kirin ku ji bo parastina jinan zagonek were derxistin.

Suweyda - Xelkê Suweyda li meydana Kerema ya li navenda bajarê Swêyda ya Sûriyeyê di bi dirûşma ‘Na ji tawanan re’ hatin ba hev û hêrsa xwe li hember zêdebûna qetilkirinên jinan di bin navê namûsê, anî ziman û li dijî qetilkirina jinan bertekên xwe anîn ser ziman. Komek ji çalakvan û niştecihên Suwêdayê duh yekşemê  8’ê Îlonê li bajarê Suweyda, bi diruşmeya “Na ji tawanan re”li dijî kuştina jinan çalakiyek bêdeng li dar xist. Jinan daxwaz kirin ku ji bo parastina jinan zagonek were derxistin.  Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ‘Namûs ne bi xwînê, bi rêzdarî û edaletê tê parastin’, ‘Em ji bo jinan li dijî tundiyê qanûnek taybet dixwazin’ hatin vekirin.

‘Heta kengê dê jin bindest bin’

Fadîa Harb ku bejdarî çalakiyê bû wiha got: “Heta kengê wê jin di nava civaka me de bindest bin, ev êrîş û tundiya li ser jinê wê heta kengê bidome? Em ji hemû mafê xwe bêpar in û jin jî mexdûrên vê yekê ne.

‘Bila jin rastî tundiyê neyên’

Loujain Hamza diyarkir ku ev çalakiya bêdeng ji bo  giyanê zarokên bêguneh ku bi awayek hovane bêyî berpirsiyartiya zagonî an eşîrî tên qetilkirin e û wiha got: “Qanûnên Sûriyeyê ne tund in, destûra Sûriyeyê berpirsên qetilkirina jinan diparêze. Pêdiviya me bi stargehek ji bo jinên ku rastî tundiyê tên heye.” ’Divê zagonên ku mafê jinê tê parastin were derxistin’

‘Divê çanda serdest a ku tundiya li dijî  jinê rewa dike bê guhertin’

Nebîha Ferec destnîşan kir ku çalakgeranhewl didin peyama pêşîgirtina sûcên namûsê yên li dijî jinan bidin û da zanîn ku nebûna hiqûq û hişmendiya civakan zîhniyeta paşverû dixwe û got: “Parastina qanûnî têrê nake, lê divê çanda serdest a ku tundiya li dijî  jinê rewa dike bê guhertin û hevgirtina hemû endamên civakê garantiya parastina wan e.”