‘Jinên Suweydayê ji hêza jinan a Şoreşa Rojava bandor bûn’

Rojnameger Nûr El- Naşit der barê xwepêşandanên Suweydayê axivî û diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin şoreşê re pêşengtî kirin û wek jinên Suweydayê ji şoreşa Rojava bandor bûne, daxwaz dikin ku di nav aramî aştiyê de bijîn.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Xwepêşandanên li Suweydayê yên ji bo guhertina siyasî li gorî biryara NY’yê, başkirina rewşa jiyanî, avakirina Sûriyeya ne navendî  û têkçûna sîstema rejîmê dest pê kirine, 2 meh e didomin. Têkildarî  vê mijarê rojnameger Nûr El- Naşit ku ji xelkên Suweydaye ye ji ajansa me re nirxandin kir.

Parêzgeha Suweydayê li başûr rojavayê Sûriyeyê ye û nêzî Şamê ye. Li bakurê wê parêzgeha gundewarên Şamê, li başûrê wê Urdun, li rojavayê wê Dera û li rojhilatê Suweydayê jî çolistana Şamê heye. Suweyda bi çiyayê Ereban tê nasîn ji ber ku azadîxwazên Sûriyeyê yên li dijî mêtingeriya Fransayê şer kirin, hembêz kir, bû dendika şoreşa Mezin a Sûriyeyê ya sala 1925’an ku bi fermandariya Sultan Başa El-Etreş dest pê kir û piştî wê şoreşê, Sûriyeyê serxwebûna xwe bi dest xist.

Nifûsa wê nêzî 770 hezar e, ji sedî 11 ji wan xirîstiyan in, ji sedî 2 misilman û rêjeya herî zêde ya nifûsa Suweydayê Durzî ne, ji sedî 88 niştecihên parêzgehê ne. Koka Durziyan jî vedigere rojavayê Asyayê nifûsa wan li cîhanê nêzî 2 milyonan e li Sûriye, Lubnan û Îsraîlê dijîn û bi hevgirtina xwe ya civakî, çandî û siyasî tên nasîn. Ji dîrokê ve heya niha rastî 5 komkujiyan hatin.

‘Ruxmî gef û êrîşan xwepêşandan bi îsrar berdewam dikin’

Nûr El- Naşit da zanîn ku gelê Suweydayê her roj bi biryardarî û îsrar dadikeve qadan û daxwaza mafên xwe dike û wiha anî ziman: “Ev demek e xwepêşandan li Suweydayê berdewam dikin, gel dixwaze guhertinên siyasî çêbibin, sîstema rejîmê biguhere, rewşa jiyanî baştir bibe û pêkanîna biryara 2254 bikeve bin temînatê. Gel ji zarok, jin, ciwan, kal û pîr daket qadan. Her çiqas li hemberî van xwepêşandanan êrîş hatin kirin jî bi îsrar û îradeya gel heta roja îro jî berdewam dikin û xuya ye dê bidomin heya ku bigihîjin armancên xwe.”

‘Êdî kes zihniyeta hikûmeta Şamê ya ku ferz dike û xwe navend dibîne qebûl nake’

Nûr El- Naşit wiha axaftina xwe domand: “Sedema sereke ya van xwepêşandanan ew e ku, zihniyeta hikûmeta Şamê ya ku xwe ferz dike û xwedî hegemonyayê ye, biguhere. Lewma gelê Suweydayê xwepêşandan ango şikandina bêdengiya li hemberî desthilatdariyê wekî gavek ji çareseriyê dibîne û niha jî pêk tîne, roj bi roj zêdetir derdikeve qadan di bin dirûşmên “Em dixwazin bijîn, ji paşguhkirinê re na, hileşanadina rejîma Sûriyeyê û pêkanîna biryara 2254 a ku banga veguhertinên siyasî ya li Sûriyeyê, berdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa wan dike, dikin.”

‘Jinên Suweydayê ji hêza jinan a Şoreşa Rojava bandor bûn’

Nûr El- Naşit bal kişand ser rola jinan di pêşengiya xwepêşandan de û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Îro em dibînin ku yên pêşengî ji xwepêşandanên li Suweydayê re dike jin in, em dibînin ku li herêmên din wekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa jin pêşengiya şoreşê dikin û gelek deskeftî bi dest xistine. Bi rastî mirov ji vê yekê hêzê digre û bi bandor dibe. Lewma em dikarin bibêjin ku jinên Suweydayê ji hêza wan jinan bandor bûne û rola xwe di xwepêşandanan de lîstine da ku rewşa gel baş bibe û mafên xwe bi dest bixin.”