Jinên Suweydayê: Heta hikumet were guhertin em ê li qadan bin

Jinên Suweydayê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên hikumeta Şamê, şert û mercên jiyanê zortir bûne, dan zanîn ku heta hikumeta neguhere dê çalakiyên wan li qada Karamayê bidomin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda- Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê serhildanên gel ên ku di dîroka 17’ê Tebaxa 2023’an de dest pê kirin berdewam dikin. Di çalakiyên ku duh li qada Karamayê berdewan kirin de, hat xwestin ku yên hatine girtin werin berdan û hikumeta Şamê îstifa bike. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn pankartên ku tê de nivîsên zagonên mafên jinan sînordar kirine bila werin nivîsandîbûn û daxwaza azadiyê dihatin kirin bilind kirin.

Yek ji jinên ku ji destpêkê ve beşdarî çalakiyan bûye, Dîma Abu Îsmaîl diyarkir ku li dijî pêkanînên hikumeta Şamê yên antî demokratîk wê têkoşînê berdewam bikin û got: “Şert û mercên jiyanê yên gel her ku diçe xirabtir dibin, bi berdewamiya tevgerên gel wê hikumeta Şamê hilweşe.”

‘Divê zagona statuya şexsî ji nû ve were sererastkirin’

Ji çalakgeran Amal Danoun bal kişand ser zagona statuya şexsî, daxwaz kir ku divê zagon bi awayê ku mafên hemû jinan bixe bin temînatê ji nû ve bi rêk û pêk bibe û destnîşan kir ku wê beşdarî çalakiyan bibin û wiha got:

“Heta guherîna siyasî were û heta hemû daxwazên me neyên qebûlkirin em ê gavan paşve navêjin. hikumeta Şamê, ji bo mirovan azadî û pêşeroke bi ewle pêk nayne. Êdî pêwîstiyên bingehîn ên mirovan jî pêk nayne. Barê jinan zêde bûye û êşên wan hê zêdetir giran bûne. Ji bo jiyana bi rûmet em banga daketina qadan li jinan dikin.”

‘Zarokên me neçarî koçberiyê dikin’

Çalekgerek din a bi navê Bashira Zahreddine jî wiha got: “Bi hewldan û hebûna me ya li qadan, em ê welatek girêdayî azadî û wekheviyê ji nû ve ava bikin. Ji ber polîtîkayên hikumetê zarokên me neçarî koçberiyê dikin û ji ber wê jî em dixwazin hikumeta heyî were hilweşandin.”