Jinên Suweydayê: Em dixwazin ciwanên me vegerin Sûriyeyê

Li qada Karama ya parêzgeha Suweydayê xwepêşandanên gel berdewam dikin. Jinên ku beşdarî xwepêşandanan bûne bal kişandin ser koçberiyê û gotin: “Sûriyeyê ciwanên xwe yên herî xweşik winda kir, em dixwazin zarokên me vegerin Sûriyeyê.”

ROCHELLE JUNİOR

Suweyda- Xwepêşandanên gel li parêzgeha Suweydayê ya Sûriyeyê ku piraniya gelê Durzî lê dijîn, ji meha Tebaxê ve heta niha di dema ku giraniya jiyanê zêde bûye de bi biryara hikumeta Şamê ya zêdebûna mazotê dest pê kiribû. Piraniya gelê Sûriyeyê di bin sînorên xizaniyê de jiyana xwe berdewam dikin. Di destpêkê de xwepêşandanên ku ji bo başkirina şert û mercên jiyanê dest pê kiribûn, gel bi daxwaza guhertina siyasî, guherîna hikûmeta Şamê û bidawîkirina krîza siyasî ya li Sûriyeyê xwepêşandanên xwe didomîne. Daxwazên xwepêşanderan vegeriya cîbicîkirina biryara jimare 2254 ku di sala 2015’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve. Bi beşdariya gelek gund û bajarokan xwepêşandan û çalakiyên şevê bi awayekî berfireh her roja diçe berfirehtir dibin. 

‘Em tu mudaxeleyên ji derve qebûl nakin’

Mamosteya teqawid Elham Jaafar ku beşdarî xwepêşandanan bûye diyar kir ku ciwan ji ber xizanî, biçûkxistin, xirabûna şert û mercên jiyanê koç dikin û got: “Em daxwaz dikin ku hikumeta Şamê biryara 2254 a NY’ê pêk bîne, edalet, wekhevî û rûmetê ava bike. Divê pêwîstî û daxwazên gel neyên paşguhxistin, dirûşma me pêkanîna hiqûqê ye û hilweşandina rejîmê ye. Em tu mûdaxeleyên ji derve qebûl nakin.”

‘Bila dayik dakevin qadan dengê xwe bilind bikin’

Elham Jaafar bal kişand ser koçberiya ji ber sedemên aboriyê û wiha got: “Banga min ji bo hemû dayikên ku zarokên wan koç kirine ew e ku; dakevin qadan dengê xwe bilind bikin. Divê em daxwaz bikin ku şert û mercên jiyanê baş bibin da ku ciwanên me li ser xaka xwe xeyalên xwe pêk bînin. Divê her dayika ku zarokên wê koç kirine derbikevin dengê xwe bilind bikin. Sûriyeyê ciwanên xwe yên herî xweşik winda kir, em dixwazin zarokên me vegerin Sûriyeyê.”

‘Em li dijî mudaxeleya hundirîn in’

Ji jinên beşdarî xwepêşandanan bûye, Manya Hadif wiha got: “Di encama zilm, bêmafî û biçûkxistinê de bi tevegerek azadîxwaz em daketin qadan. Tevger bi tu hêzên ji derve û teşwîqkirinê nehatiye destpêkirin. Em li dijî mudaxeleya Îran, Rusya û Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê ne. Divê biryara 2254 a NY were pêkanîn, bersûc werin cezakirin.”