Jinên Suweyda heta daxwazên wan neyên bicih anîn wê li qadan bin

Xwepêşandanên Jinên Suweyda ku ev dû mehe berdewam dike, ji bo rêveberiyek demokratîk, ji holê rakirina gendeliyê, baş kirina şert û mercên jiyanê û ji bo jiyanek azad banga berdewamkirina têkoşînê kirin.

ROCHELLE JUNİOR

Suweyda- Li parêzgeha Suweyda ya Sûriye gel dûh li qada Karama bi dirûşemya ‘Îna reş’ kombûn. Jinên ku li dijî êrîşan bi cilên reş bejdarî çalakiyê bûn, dan zanîn ku li dijî mirovatiyê sûc hatiye kirin.

Raam Kabac ku di dema xwepêşandanê de axivî wiha got: “Ev bi salane em bi  biçûkxistin û bêedaletiyê re rû bi rûne. Êdî sebra me nemaye. Sebra me xilas bû, welatê me xira bû, xak hate dizîn hate talankirin. Piştî ku hemû çavkaniyên me hate xesp kirin emê çawa jiyan bikin? Em dixwazin ji bo zarokên xwe pêşerojek baştir ava  bikin. Wê hikumet ji niha û şunde li beramberî zarokên me bê edaletî, biçûkxistin û koletî pêkbîne.”

‘Em bêdeng nabin’

Rama Karbac destnîşan kir ku daxwazên wan aşkerene û got: “Ji bo qeyrana Sûriye ji holê rabe, hemû kesên ku di qetliama gelê Suriye de destê wan heye hesab bidin û ji holê rakirina gendeliyan weke çareserî dive biryara 2254 ya NY bikeve meryetê. Ji niha û şûnde jî em bêdeng nabin.”

Bang li jinan

Rama Karbac bang kir ku divê di serî de jinên Suweyda û hemû jinên Sûriye dakevin qadan û ji kesê netirsin û wiha got: “Ger em niha dernekevin, heta dawiyê emê dibin vê biçûkxistin, zext û bêedaletiyê de jiyan bikin. Wê hikumeta Şamê talankirina xaka me, ji cih û warkirina zarokên me û kuştinan berdewam bike. Ev bi salane ji ber birçîbûn, xizanî, bêedaletî û biçûkxistin me êş kişand. Ji ber vê em daketin qada Al-Karama. Hemû ev sedem me xistin bêçaretiyê û me defdan da ku derbikevin ji derve û daxwazên xwe binin ziman kirin. Divê jinê Sûreyeyî têkoşînê berdewam bikin. Emê bi daketina qadan vê îsbat bikin.”

‘Divê hemû jin dakevin qadan’

Ji jinan Hana Radwan bi bîrxist ku ev 11 sale daxwaz dikin ku azadî, edalet û gendeliyan ji holê rakin û wiha got: “Ji bo daxwazên me were bi cih anîn em daketin qadan. Divê hemû jin dakevin qadan. Ji ber ew nivê civakê ne, heta bigihin hemû mafên xwe ên rewa, divê di nav tevgerên jinan de têkoşîn berdewam bike.”