Jinên Sûdanî li stargehan di şertên zehmet de dijîn

Di bin siya şerê ku ev salek zêdetir e li Sûdanê dewam dike, jinên ji cih û warên xwe bûne û li navendên stargehê dijîn, hewl didin ku di şert û mercên dermirovî de û bêyî nepenîtiyê jiyana xwe bidomînin.

MERVET ABDULQADIR

Sûdan – Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bûye sedema mezintirîn krîza jicîhûwarkirinê li cîhanê ku ew dikeve sala xwe ya duyemîn. Bi mîlyonan mirov neçar man ku koçî herêmên ewle bikin da ku bijîn, zarokên xwe xilas bikin û jiyanek çêtir bijîn. Kesên ku diçin stargehan bi taybetî jî jin li wir zehmetiyê dikişînin. Ji sedî 80’ê kesên ku li eyaletên cihê li navendên stargehê dimînin jin û zarok in.

‘Min û 5 zarokên min ji stargehê derxistin’

Yek ji jinên ku ji ber şer neçar maye ku berê xwe bide cihên ewle û ji bo ewlekariyê nexwest navê xwe bide, gilî li rayedaran kir ku xizmetên ji bo stargehên ew lê dimînin gelek nebaş in û got: “Cih nemaye biçim wir. Ji ber komîteya navendê min û her 5 zarokên min ji yek ji navendên stargehan derxistin.”

Bi taybetî rewşa jinan xirab e

Nemarq Nemîrî yek ji jinên koçber e li Port Sûdanê dimîne anî ziman ku koçberiya wê ya ji Xertûmê bi vê êş bûye û got: “Ez û zarokên xwe bi hezaran mîlan li ser lingên xwe meşiyan ji ber awayên veguhestinê tune bûn. Piştî bi zehmetî gihaştin Eyaleta Cezîre careke din ji ber şer piştî çend rojan koçber bûn. Ez neçar ma kar bike ji bo debara jiyana zarokên xwe lê belê jinên ducanî zêdetir zehmetiyan dikşînin ji ber baldariya bijîşkî tune ye. Hevjîn û birayên minjî nikarin kar bikin ji ber hikûmet nahêle ne li bazaran û ne li karên taybet kar bikin.”

Nemariq Nemîrî got ku li stargehan jiyana taybet tune ye û got: “Dayîk û jin di hundirê navendên stargehan de nikarin baldariyê bidin xwe, tenê xizmetan ji keçên xwe re pêşkêş dikin.”

‘Divê ji bo koçberan cihê bi ewle bê avakirin’

Parazvana mafê mirovan û Seroka Destpêşxeriya "Na ji tundiya li ser jinan re” Emîra Osman jî got: "Rewşa jinan li navendên stargehan di Eyaletên di bin kontrola Artêşa Sûdanê ji destpêka Kererî ya bakurî çemê Nîl El-Qedarif hikûmet berpirsyariyên xwe derbarê koçberan de bi cih nayne.” Emîra Osman bal kişand ku binketina aborî li bajar û windakirina welatiyan ji karên wan re hişt ku bibin mîna parsekan, di nav de jin jî.

Emîra Osman got ku gelek kes di hundirê navendên stargehan de hene ji ber hejmara koçberan zêde dibe û kêm nabe û got: “Ev yek azarên jinan zêdetir dikin ji ber xizmetên sereke ji ava vexwarinê û destşokan peyda nabin. her wiha xwarin jî tune ye û berpirsên li ser koçberan jî desthilatdar in.”

Emîra Osman destnîşan kir ku eger şer raneweste dê ev reşa xirab dewam bike û bang li berpirsan û hikûmetê kir ku cihekî ewle ji koçberan re peyda bikin.