Jinên Sûdanî ji bo bidawîbûna pevçûnan bang li civaka navneteweyî kirin

Ji ber pevçûnên ku di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didomin, parêzvanên mafên mirovan bal kişandin ku yên herî zêde zirarê dibînin jin in û ji bo pevçûn bi dawî bibin banga piştigiriyê li civaka navneteweyî kirin.

MAYSA AL-QADÎ

Sûdan – Di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji 15’ê Nîsanê ve pevçûn didomin û heta niha nêzî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, nêzî 4,6 milyon kes jî hem li nava welat ji warê xwe bû hem jî neçar ma ji welatê xwe derbikevin. Parêzvanên mafên jinan ên Sûdanê bal kişandin ku ji ber pevçûnan herî zêde jin bedelên giran didin û xwestin pevçûn bi dawî bibin.

‘Pevçûn encama nebaşbûna rewşa siyasî ne’

Aktivîstaa Femînîst Wiam Şawqî jî ji ber pevçûnên ku li Hartumê didomin ji ware xwe bûye. Wiam Şawqî bûyerên li welat weke encama rewşa siyasî ya nebaş nirxand û wiha got: “Gelheya li welat kêm bûye, cînayet, şîdet, tecawiza li dijî jinan, revandin û firotina mirovan zêde bûye.” Wiam Şawqî bal kişand ku dibe pevçûn bibin sedema perçebûna civakî û netewperestiyê û wiha domand:

“Em ditirsin ku di navbera eşîran de jî pevçûn çêbibin. Ji bo pêşî li vê rewşê were girtin femînîst û siyasetmedar di nava hewldanan de ne lê hewl didin hemû riyan bigrin. Ger wiha bidome dê Sûdan mafê xwe yê neteweyî winda bike û veguhere dewleteke ku girêdayî hêzên derve ye.”

‘Divê di demek nêz de agirbest were îlankirin’

Aktîvîst Aîtzaz Bekrî Abdullah a li eyaleta Kordofana Bakur dijî jî got ku dirûşma “ji şer ne na” ji her derê bilind dibe û divê di demek nêz de agirbest were îlankirin. Aîtzaz Bekrî Abdullah bal kişand ku divê hemû jin û mêrên li Sûdanê û civakên li cîhanê bizanibin ku ên herî zêde ji pevçûnan zirarê dîtine û ji cihê xwe bûne jin in û gotinên xwe wiha domand:

“Jin bi zarokên xwe re axa xwe diterikînin û bi rewşeke nediyar re rûbirû dimînin. Kesên ku ji Sûdanê ji warên xwe derketine û xwe spartine welatên cîran, ji ber ku nizanibûn dê şer çêbibe û ji cihê derbikevin di şokeke mezin de ne. Divê ev şer di nêz de bê şert û merc bi dawî bibe. Weke jin û mêrên Sûdanî divê ji bo ku pevçûn bi dawî bibin em zextê li rayedaran bikin. Em dixwazin civaka li welat, a navneteweyî û welatên cîran desttek bidin me.”