Jinên Sûdanî: Em kotaya di bin ji sedî 50 de napejirînin

Jinên Sûdanî yên ku ji bo ku pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bi dawî bibin têkoşîneke mezin dimeşînin, diyar kirin ku ew ê di rêveberiyan de kotaya ji sedî 50 nepejirînin.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Li Sûdanê ji Nîsana 2023’ya ve heta niha di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de pevçûn didomin û her dem encamên wê giran dibin. Bi milyonan mirovan ji cihê xwe bûne, bi hezar kes jî hatine qetilkirin, bi taybetî jin û zarok zêdetir ji şer zirarê dibînin. Ji ber wê jin neçar dimînin gelek têbikoşin. Serokê Konseya Serweriyê Ebdel Fattah Al-Burhan, di pîrozbahiya ku bi wesîleya 69’emîn salvegera îlankirina serxwebûna Sûdanê li dar ket de diyar kir ku ew ê di warê mafên jinan de di makezagonê de guherînan çêbikin. Di dema pîrozbahiyê de Abel Fattah El-Burhar pesnê rola jinên Sûdanî ya di şerê rûmetê de da û bal kişand ku jin hîmê bingehîn ê civakê ne, barê şeran digrin ser xwe û di têkoşînê de bi biryar in. Jinên Sûdanî jî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

‘Jin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin’

Komîsera Wezareta Bazirganiyê ya Eyaleta Federal a Başûr Hanan Ahmed Abdel Rahman, got ku jin di nava komên ku zêde ji şer bi bandor dibin de ne û wiha axivî: “Di pêvajoyên şeran de ji ber derketina ji cihê xwe, pirsgirêkên aborî, ewlehî, derûnî û civakî, jin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin lê tevî van hemû mercên zehmet jî têkoşîna xwe didomînin. Divê hikumet piştî bidawîbûna pevçûnan li ser pirsgirêkên jinan raweset û rê veke ku jin beşdarî rêveberî û biryarên makezagonî bibin. Jin ji ber tecrubeya xwe dikarin di Konseya Serweriyê ya Sûdanê de peywir bigrin.”

‘Divê jin di warê aborî de çalaktir bin’

Abdel Fattah El-Burhan got ku ji ber pevçûnan binesazî texrîb bûye û wiha domand: “Cihên ku ji ber pevçûnan texrîb bûne divê ji nû ve ava bibin. Divê ji behremendiya jinên li herêmên gundewar dijîn, di warê hilberînê de em sûdê bigrin. Divê jin di warê aborî de zêdetir bibin xwedî derfet û çalaktir bin û ji bo dikanên biçûk projeyan amade bikin bixin meriyetê. Ji bo jin di warê pêşxistina aborî de cihê xwe bigrin, pêwîst e piştgirî ji projeyên wan re hebe û desteka madî bigrin. Piştî bi dawîbûna pevçûnan, ji bo ku jin ji nû ve jiyana xwe ava bikin, divê hikumet derfetan bide wan, biryarên zelal bigre û proseduran bi cih bîne.”

‘Jinên Sûdanî pêşengî ji pêvajoya şoreşê re kirin’

Rojnameger Rashan Oshî jî wiha got: “Têkoşîna ku di salên dawî de jinên Sûdanî dimeşînin girîng e. Jinên Sûdanî di asta nûnertiyê kotaya di bin ji sedî 50 de napejirînin. Di serî de Wezareta Karên Hundir, Wezareta Enformasyonê û Konseya Serweriyê divê jinên Sûdanî di her saziya rêveber a li welat de xwedî gotin bin, di pozîsyonên rêveberiyê de cihê xwe bigrin. Rola jinê Sûdanî di gelek waran de mezin lê nahêlin di pozîsyonên pêşengiyê de cihê xwe bigrin. Di vî warî de bêedaletî heye. Jinên Sûdanî pêşengî ji pêvajoya şoreşê re kirin û digotin qey dema ku pevçûn bi dawî bibin dê bikevin asta ku heq kirine lê piştî bidawîbûna pevçûnan, jinan tiştê ku heq kiribûn nedîtin.”

Têkoşîna bi rûmet

Seroka Komeleya Profesyonelên Neteweyî Meryem Al-Hindî jî diyar kir ku piştî pevçûnan teşwîqkirina jinan di her warê jiyanê de divê ji bo hikumetê bibe biryar. Meryem Al-Hindî da zanîn ku ji serdemên berê ve heta niha rola jinan di astên rêveberiyê de û hebûna wan bi sînor bûye û wiha domand: “Dema ku jin di rêveberiya welat de cihê xwe bigrin û bibin xwedî mafên makezagonî dê civaka navneteweyî bi çavekî baş li Sûdanê binêre. Ji dema serxwebûna Sûdanê ve heta niha, jinan têkoşîneke bi rûmet meşandin lê li ser keda wan mêr hatin astên baş, ew li paş man. Di pêvajoyên pavçûnan de jî herî zêde jinan êş kişandin û rola wan di bidawîkirina pevçûnan de girîng e. Lê di pêvajoyên piştî pevçûna de cihê ku heq dikin nagirin û kes qîmeta wan nizane.”