Jinên Sûdanî daxwaza mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê kirin

Jin û jinên ciwan ên ji temenên cuda, li holekî mezin a li bajarê Dongola ya Eyaleta Bakur li hev civiyan û çalakiyên Kampanyaya 16’ê Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya îsal bi dirûşmeya "Ewlehiya Jinan Aştiyê Diafirîne" hate li dar xistin, pêkanîn.

EYA IBRAHÎM

Sûdan- Îro jin û jinên ciwan ên ji temenên cuda, li holekî mezin a li bajarê Dongola ya Eyaleta Bakur li hev civiyan û çalakiyên Kampanyaya 16’ê Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya îsal bi dirûşmeya "Ewlehiya Jinan Aştiyê Diafirîne" hate li dar xistin, pêkanîn. Çalakî ji ber zehmetiyên ku jinên Sûdanî di nava pevçûnên berdewam ên di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de pê re rû bi rû dimînin, xwedî girîngiyek taybet bû.

 

‘Berxwedana jinan wan zindî dike’

Nûnera Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Sûdanê Fabriza Valchionî jî, beşdarî çalakiyê bû û biryardariya fonê ya ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan û xurtkirina mafên wan tekez kir. Fabriza Valchionî, destnîşan kir ku bandora pevçûnan bi taybetî li ser jin û zarokên keç dijwar e û Sûdan jî para xwe ji vê yekê digre. Fabriza Valchionî, diyar kir tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî, binpêkirinek cidî ya mafên mirovan e û ewlehiya jinan bingeha avakirina civakên berxwedêr pêktîne û da zanîn Kampanyaya 16’ê Rojî armanc dike ku berpirsiyariyên jinan bi bîr bîne, dengê jinên rastî tundiyê tên bide bihîstin û berxwedana wan bi rûmet bike.

 

‘Guhertin bi hevgirtinê re pêkan e’

Rayedar, destnîşan kir ku bihîstina dengê jinan dê guhertinê pêkan bike û diyar kir tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî pirsgirêkek civakî ye û divê tevahiya civak li dijî wê têbikoşe.

Di pêşangeha ku di çalakiyê hate vekirin de, jinan hunerên xwe yên destan, berhemên xwemalî û berhemên xwecihî pêşkêş kirin. Pêşangehê, berxwedan û beşdariya çalak a jinên Sûdanî ya di civakê de nîşan da û nîşan da ku ew ne tenê bi gotinan, di heman demê de bi çalakan jî bersiva pirsgirêkan didin.

Beşdaran, destnîşan kirin ku têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya li dijî jinan kevirê bingehîn a civakê ye û diyar kirin ku binpêkirina mafên wan gef li pêşeroja civakê dixwo.

 

‘Jinên Sûdanî koma herî zêde zirar dibîne ye’

Sekretera Karûbarên Civakî Amîna Makawî, diyar kir jinên Sûdanî di nava komên herî zêde ji şer zirar dibîne de ne û Hêzên Piştgiriya Lezgîn tundiyên cûrbecûr pêktînin. Amîna Makawî, da zanîn plana ku dê bi Yekîneya Têkoşîna li dijî tundiya li dijî Jinan, Rêveberiya Giştî ya Jin û Malbatê û rêxistinên têkildar re bê amedekirin, dê bi piştgiriya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî ji jinan re projeyên hilberînê, perwerdehî û bernameyên piştgiriyê mîsoger bike. Amîna Makawî, destnîşan kir bihêzkirina jinan tê wateya  xurtkirina bingehên civakê.