Jinên Sûdanê yên ji cih û warên xwe bûne ji bo jiyanê têdikoşin

Jinên ku ji ber pevçûnên li Sûdanê didomin neçar man koç bikin, li herêmên ku dimînin di karên cuda de dixebitin û ji bo ku bikaribin jiyana xwe bidomînin têdikoşin.

MAYSA AL-QADÎ

Sûdan- Li Sûdanê di navbera şert û mercên aborî û jiyanê yên bi aloz de, jinên ji cih û warên xwe bûne, ji bo misogerkirina pêdiviyên bingehîn ên malbatên xwe têdikoşin. Hejmara mirovên di nava Sûdanê de ji cih û warên xwe bûne 6,5 milyon derbas dike, nêzî 2 milyon kesan jî sînor derbas kirin û xwe spartine welatên cîran. Hinek jinên ji cih û warên xwe bûne, çûne gel xizmên xwe yên li dewletên bi ewle, bi taybetî bihayê zêde, rûxandina binesaziyên weke febrîqe û îmalatxaneyan, girtina bazaran, pêknehatina lêçûnên rojane û berdewamkirina pevçûnên ku saleke li welat didomin pirsgirêkek mezin çêdike.

Di nava zor û zehmetiyan de debara xwe dikin

Dalia Mohammed ku ji beşa Dîrokê ya Fakulteya Hunerê mezûn bûye û li Xartûmê mamostehî dike, wiha got: “Dema pevçûnan dest pê kir, ez neçar mam bi malbata re birevim parêzgeha bakur. Jixwe hevjînê min jî li wê eyaletê kar dikir. Destpêkê em di şert û mercên pevçûnê de man lê piştî ku dikan hatin girtin û malên sivîlan bi topên hawanê hatin bombebarankirin, her tişt zêdetir xirab û dijwartir bû. Bavê min bêkar ma, vê yekê jî rewşê xerabtir kir. Em neçar man ji cih û warên xwe bibin û piştî rêwîtiyeke dirêj em gihîştin parêzgeha bakur. Li vir birayên min bi hevjînê min re kar kirin lê têra lêçûnên me yên zêde nekir. Lewma piştî kirîna hinek alav û amûrên çêkirina makhmariyê, min biryar da projeya xwe bidim destpêkirin. Destpêkê daxwaz tunebûn lê piştre min li bazara li taxê, ji xwe re cihekî dît.”

‘Ez ji bo başkirina şert û mercên me dixebitim’

Dalia Mohammed, da zanîn ku nasnekirina wê, li herêmê dezavantajek e û wiha axivî: “Bi taybetî piştî ku ez hatim vê derê, her çiqas berhemên min bi kalîte bin jî mirov nakirin û dixwazin ji mirovên ku nas dikin bistînin. Biha û lêçûna zêde ya malzemeyên ku ez bi kar tînim jî rewşê zêdetir xirab dike. Rast e ez ji cih û warên xwe bûm lê naxwazim li malê rûnim. Ez ji bo başkirina şert û mercên jiyana me dixebitim. Her çiqas şer xirab e jî ez niha gelek tiştên ku min qet xeyal nedikir, pêk tînim."

Li bazarê dixebite

Buthaina Jiballah Al-Khalîfa ya ji Xartûmê koçber bûye jî li bazarê, xwarinên hevir, aksesûar, bixur û parfuman difiroşe. Buthaina Jiballah Al-Khalîfa, da zanîn ku piştî zêdebûna pevçûnan neçar mane ji Xartûmê derkevin û wiha axivî: “Qet dem tunebû ku em tiştek li gel xwe bibin. Heta ku min li bazarê dest bi kar kir, rastî gelek zehmetiyan hatim, min gelek deyn kirin lê ez berhemên xwe bi bihayek kêm difiroşim. Rojên ku karê min baş diçe û baş naçe jî hene. Xebat ji rûniştina li malê baştir e.”

Buthaina Jiballah Al-Khalîfa, da zanîn ku pir zêde pere qezenc nake û wiha axivî: “Ez dixwazim debara zarokên xwe bikim û ji bo rojên pêş hinek pere kom bikim. Hevjînê min ji ber ku li vê herêmê derfetên kar pir kêm in û ji ber hejmarek zêde mirovan koçber hene, bêkar e. Ez parfûmên kevneşop ên Sûdanê çêdikim lê bihayê madeyên xam ên ez bi kar tînim zêde ye.”