Jinên Sûdanê li hemberî newekheviya zayendî xwepêşandan kirin
Li payîtexta Sudanê Xertûmê xwepêşandana jinan a li hemberî newekheviya zayendî. Jin daxwaza guherîna zagonê dikin û dixwazin di qadên jiyan û xebatê de ferqa zayendî nemîne.
Navenda nûçeyan – Li paytexta Sudanê Xertûmê bi sedan jin xwepêşandan kirin û daxaza reforma qanûna cudahiya zayendî kirin. Jinên tevlî xwepêşandanê bûn, panqartê bi sernivisa "Na ji cudakariya li dijî jinê re " , " Li dijî îdeolojiya tarî ku jin û keçan dike hedef" û "Parastina jinan li herêmên nakokî têde hebin mafe" hilgirtibûn.
Koalîsyona rêxistinên femînîst bi riya daxyaniyekê banga xwepêşandanê kiribû. Daxuyaniya wan wihaye: "Em bang li hikûmeta Sûdanê dikin bi şiyarî biryaran bidin, bi cesaret be û ji şaristaniya dewleta Sûdanê bipaşnekeve."