Jinên Sûdanê di qada tenduristiyê de bi serkeftin bi pêş dikevin

Li Sûdanê di qada xizmetên tenduristiyê de, jinên bijîşk, hemşîre yan jî dilxwaz gelek in. Jinên ku roleke girîng a di xurtkirina tenduristiya giştî û peydakirina lênêrîna bingehîn a ji bo civakê de dilîzin, di gelek waran de derdikevin pêş.

MEYSA EL-QADÎ

Sûdan- Çîrokên jinên ku di qada tenduristiyê de dixebitin, modelên jinên bi îlham ên bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin, lê digihîjin serkeftinê ne. Ev nivîs rola bingehîn a jinên di xizmeta civakê û başkirina tenduristiyê de dilîzin piştrast dike.

‘Armanca min a sereke alîkariya mirovan e’

Pispora onkolojiya zarokan Ala el-Qasîm, rêwîtiya xwe ya bi îlham a ji Yekîneya Onkolojiya Zarokan a li Bajarê Bijîşkî yê Meravî ber bi pîşeya tibê vegot û got: “Tib di nava planên min de tunebû. Dema di dibistana navîn de bûm min dixwest endezyariyê bixwînim lê belê malbata min tercîh kir ku ez beşa dermangerî bixwînim.

Ala el-Qasîm, da zanîn ku piştî demek kûr a fikirînê, eleqeya xwe ya qada tibê hîs kiriye û wiha axivî: "Niha ez mîna bijîşka zarokan dixebitim û hem bi aram im hem jî kêfxweş im. Ji ber ku min xwe li cihê ku dixwazim dît.” Ala el-Qasîm, diyar kir di roja ewil a staja xwe de rastî bûyereke krîtîk a keçeke 19 salî ya rûviyên wê xitimandî hatiye û got: “Ruxmê ku ameliyat bi komplîkasyonan derbas bû jî nexweş baş bû. Piştî baş bû, malbata wê ji bo ekîba tibê diyariyek anî. Vê bûyerê bandoreke mezin li min kir û bi bîr xist ku armanca min a sereke, alîkariya mirovan û lênêrîna wan e.”

‘Nebûna amûran zehmetiya herî mezin e’

Ala el-Qasîm, diyar kir pirsgirêkên herî mezin a di qada tenduristiyê de çavkaniyên sînorkirî û kêmbûna çavkaniyan e û axaftina xwe wiha domand: “Bi taybetî jî li welatên cîhana sêyemîn, rê li ber şiyana peydakirina lênêrîna baştir a ji bo nexweşan digre. Nexweş, ji ber veguhestina sînorkirî yan jî lêçûnên zêde dereng digihîjin û dema tên jî ji ber kêmbûna amûran an jî lêçûnên zêde, pêkanîna testan zehmet dibe.”

Ala el-Qasîm, wiha axivî: "Em piştî testan jî di warê peydakirina dermanan de rastî zehmetiyan tên. Carna dermanên pêwist peyda nabin an jî bihayê wan pir zêde ye. Ev yek jî dibe sedema derengketina dermankirinê û zêdebûna êşên nexweşan. Her wiha şopandina nexweşan a piştî derketina nexweşxaneyê jî zehmetiyek mezin e. Pêdivî bi serdanên birêkûpêk û sererastkirina dermanan heye lê gelek nexweş ji ber astengiyên darayî nikarin vê şopandinê bidomînin.”

Serkeftinên li yekîneyên zarokan

Bajarê Medîkal a Meravî, bûye navendek ku xizmetên bijîşkî yên bi kalîteya bilind ji zarokan re dike. Dermankirin bêpere ye û hemû branşên bijîşkî yên pêwist hene. Lê belê zêdebûna hejmara zarokên a ji ber pevçûnên li seranserê welat bi bandor bûne û girtina navendên din ên onkolojiyê ji bo nexweşxaneyê barekî giran e. Ala el-Qasîm, di vê mijarê de wiha got: “Me di sala 2024’an de biryar da li navenda onkolojiya zarokan a li Bajarê Medîkal a Meravî dest bi xebatê bikin. Ji vê demê şûnde, gelek zarok ji çar aliyên welat hatin. Her çendî kapasîteya nexweşxaneyê zêde be jî em di pêşwazîkirina hejmara zêde ya zarokan de zehmetiyan dikşînin. Niha hejmara nexweşên ku li yekîneya zarokan tên dermankirin 670 e.”

Zehmetiyên di hilbijartina pisporiyê de

Pispora cerahiya giştî Zeyneb Haşîm, rêwîtiya xwe ya bijîşkî wiha vegot: "Min bi dilxwazî ​​​​qada tibê hilbijart û malbata min ji temenê ciwan ve min teşwîq dikir. Ez bi zanist û tibî re eleqedar dibûm. Min derfet dît di vê qadê de xizmeta mirovan bikim û jiyana wan baştir bikim. Zehmetiya mezin ne hilbijartina tibî ye, hilbijartina cerahiyê ye. Mirov difikirin ku cerahî ji bo jinan zehmet e û bandore li jiyana wan dike. Lewma min pisporiya xwe ya cerahiyê bi paş xist lê min ji zanîngehê ve ji ve qadê hêz dikir.”

Zeyneb Haşîm, bal kişand ser girîngiya jinan a di civakê de û got: "Jin ne tenê nîvê civakê ne; stûna bingehîn in. Hişyarî ji malbatê dest pê dike û bandora jinan ji gotinan wêdetir e. Bi taybetî jî di hişyariya penceşêra memikan de rola jinan mezin e.”

‘Koçberî zehmetiyek mezin e’

Zeyneb Haşîm, zehmetiyên ku di demên şer û koçberiyê de kişandine, bi van gotinan vegot: "Şer zehmetiyek mezin bû. Mirovan cih guhertin û şert û mercên jiyana wan guherîn. Beriya niha di pêvajoya COVID-19 de xebat zehmet bû lê belê koçberî zehmetiyek mezintir bû.”

Zeyneb Haşîm, bal kişand ser girîngiya îradeyê ya di pêkanîna armancan de û wiha axivî: "Daxwaza rasteqîn, tiştê ne gengaz pêkan dike. Her çiqas zehmet be jî zehmetî dikarin bên derbaskirin. Bijîşkî pîşeyek zehmet û giranbiha ye lê pîşeyekî bi nirx a rasterast bi mirovan û civakê ve girêdayî ye.”

Zeyneb Haşîm, destnîşan kir ku li Sûdanê qada tenduristiyê bi zehmetiyên girîng re rû bi rû ye û da zanîn ku pandemiyan barê gel, bijîşk û nexweşxaneyan girantir kiriye û got: “Koçberî û bi taybetî tunebûna çavkaniyan rewşê xirabtir kiriye. Lê rumê vê yekê jî gelê Sûdanê bi sebr e. Gelê Sûdanê, bijîşk, nexweş û hemû kesan bi van şert û mercan re bi sebir û berxwedanek mezin tehemul kirin."

‘Min bi baweriya girîngiya rola bijîşkan a di civakê de dest bi kar kir’

Xwendekara sala 4’emîn a bijîjkiyê Nawal Semîr, jineke mînak e, jiyana xwe ji bo xizmeta kesên din feda dike. Nawal Semîr, diyar dike ku ew qada tenduristiyê bi hişmendiyeke mezin û baweriya girîngiya rola bijîşkan a di civakê de hilbijartiye. Nawal, di gelek kampanyayên hişyariyê de bi awayeki dilxwaz xebitiye xwebexşî kiriye û niha di kampanyaya hişyariya penceşêra memikê ya Bajarê Bijîşkî yê Meravî mîna dilxwazek kar dike. Nawal Semîr, wiha got: “Jin bi taybetî di teşxîşkirina zû ya penceşêra memikê de û di hişyarkirinê de roleke girîng dilîzin.”

Nawal Semîr dide zanîn ku bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye. Piştî ji ber şerê li paytextê zanîngeh hate girtin, neçar maye ji bo domandina perwerdeya xwe koçî bajarekî din bike. Nawal, wiha got: "Çûyîn ne hêsan bû; rê gelek zehmet bû lê piştgiriya bav û hevalên min pir bû alîkarî ji min re."

Nawal Semîr got ku destpêkê ji civak û çanda bajarê nû şerm dikir, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî ku min li vir salek derbas kir, min xwe li gorî rewşê adapte kir û ez bi mirovên nas dikim, kêfxweş im." Çîroka Nawal, îrade û şiyana wê ya adaptekirinê ya ruxmê zehmetiyan nîşan dide.