Jinên sûdanê cara yekê dê tevlî taburên leşkerî bibin
Serokê Konseya Serweriya Demkî û Fermandarê Giştî ya çekdaran Ebd El-Fetah El-Berhan ragihand ku jin jî dikarin cihê xwe di hêzên leşkerî de bigrin.
Navenda nûçeyan - Ji demên serxwebûna sûdanê ya sala 1956'an ve cara yekem e li Sûdanê guncaw hat dîtin ku jin tevlî tabûrên leşkerî bibin. Ji ber timî qada leşkerî weke cihek ku jin nêz nebe dihat dîtin ji bo wê jî ev gavek giringe ji bo jinên Sûdanê. Girêdayî mijarê Ebd EL-Fetah EL-Birhawî diyar kir ku ewê hevsengiya zayendî û li hemû qadan bicîh kirina jinan li ber çavan bigirin.
Piştî hilweşandina rêjîma Omer Hesen EL-Beşîr li herêmê pir guhertin di hemû aliyan de çêbû. Jin êdî dikarin di qadên siyasî, civakî û leşkerî de cîh bigirin.