Jinên Sudanê banga beşdariya pêvajoyên biryardanê kirin

Di foruma ku ji bo jinên Sudanê hat li darxistin de banga parastina yekitiyê, bihêzkirina hiqûqê, pêkanîna aştiya mayînde û beşdariya jinan di pêvajoyên biryardanê de hate kirin.

Sûdan – Sekreteriya Karûbarên Civakî ya Sûdanê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên jinan di aştî û şer de bi dirûşma "Jin ji bo yekbûn û ji nû ve avakirina jiyanê tevkariyê didin" di navbera 1-2’ê Cotmehê de li bajarê Dongola li bakurê eyaleta Sûdanê forumek lidar xistin.

Di forumê de hate diyarkirin ku ji ber şerê di navbera artêşa Sudan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de jin şert û mercên zehmet dijîn û rastî gelek binpêkirinan tên. Her wiha hat ser ziman ku divê serweriya hiqûqê were bihêzkirin, dawî li şerê navxweyî were û bingehê bi hevre jiyanê were avakirin. Di foruma ku rewşa jinan a bi awayekê kûr ji şer bandor dibin hat nîqaşkirin de bang hat kirin ku divê jin werin parastin û di pêvajoyên biryardanê de cih ji wan re bê dayîn.

Di forumê de Komîsera Wezareta Bazirganiya ji derve ya eyaleta bakur Hanan Ahmed Abdel Rehman ev tişt got: “Em beşdar dibin ku jin di şer û aştiyê de, di sektorên hilberînê de bi awayek aborî werin bihêzkirin.”   

Seroka Komîteya Jinan a Komîteya Seferberiya Gel û Berxwedanê û Seroka Yekîtiya Giştî ya Jinên Sûdanê li eyaleta bakur Besmet Şerîf diyar kir ku forum bi beşdariya berfireh a rêxistinên neteweyî û navneteweyî û gel hatiye lidarxistin. Besmet Şerîf têkildarî pêşniyarên ku ji forûmê derketine de got, "Pêşniyarên hatine kirin dê ji bo beşdariya jinan a di warê biryardanê de sûdmend be. Dê li ser vê babetê plan û projeyên me yên nû hebin.”

Endama Komîsyona Karûbarên Koçberan Hûda Beşîr anî ziman ku di forumê de 4 encamnameyên ku hemu pirsgirêkên jinan bi hurguliyan dihewîne hatiye ragihandin. Hûda Beşîr wiha got: “Ji bo ronîkirina rewşa jinên ku ji cih û warên xwe bûne pêşniyarên ku min anî rojevê hene. Ji ber ku ew hê bê parastin in. Bi taybetî divê ji bo jinên xwedî nexweşiyên kronîk, jinên ku şîr didin zarokên xwe, jinên dûcanî, jinên emir mezin piştevaniya derûnî û alîkarî bê dayîn. Yek ji pêşniyarên min ên di vê derbarê de ew e ku ji bo kêmkirina pirsgirêkên civakî di merheleyên dibistanê de lêkolînvanên civakî bên erkdarkirin.”

Beşdarên forumê bal kişandin rola jinan di biryarên şer û aştiyê de û gotin ku divê jin di mercên biryardanê de hebin. Jinên beşdarî forumê bûn behsa zehmetiyên jinan ên ji destpêka şer de pê re rû bi rû mane kirin û ji bo parastina jiyan û ewlehiya jinan bang kirin.