Jinên Siudî êdî bi serê xwe dikarin bijîn

Zagona dadgeha Erebistana Siûdî ji bo jinên Siûdî zagonek ku jin dikarin bêyî zewac bi serê xwe bijîn derxist.

Navenda Nûçeyan- Li gorî nûçeya medyaya Erebî dadgeha Erebistana Siûdî madeya 169 a di zagona şerî de guherand û zagona ku jin dikarin bêyî bizewicin bi ser xwe di nava malên xwe yên taybet de jiyana xwe bidomîne derxist. Niha jin bi vê zagonê hesiyane û dizanin ku mafê wan heye jiyana taybet ji bo xwe hilbijêrin. Her wiha ger ku jinek cezayê wê hebe ketibe girtîgehê jî piştî ceza temam bû, radestî malbatê nayê kirin û êdî malbat nikare zextê li jinan bike. Ji ber ku jin bi xwe êdî dikare xweser bijî.”