Jinên Sinxalê li hemberî êrîşa zayendî ya li ser Liwîz hatî kirin rabûn
Di 3'ê Tîrmehê de li bajarê Dakar yê herêma Sinxal ji ber tundiya ku li dijî jinan tê meşandin bêtirî 30 jinan xwepêşandan kirin.
Navenda Nûçeyan – Jinên li qada neteweyî parastina mafê jinan dikin li bajarê Dakar kom bûn û tundiya li ser jinê û tehemula zêde ya civaka Sinxalî li himber tundiya li ser jinan şermezar kirin. Bi durişma “Li hemberî tundiya ser jinan li Senxalê mitînga feminîstan” jin piştî destdirêjiya li ser zarokek keç hatibû kirin rabûn xwepêşandanê û daxwaz kirin ku her kes li hemberî şidet û destdirêjiyê rabin.
Jinên tevlî xwepêşandanê bûn pankartên bi sernivîsa "çanda tecawizê bisekinînin", "bê ceza bûnê rawistînin" û "ne jinan şidetê darezînin" hildane û tîşortên ku nivîsa edalet ji bo Liwîz li xwe kiribûn.
Bûyera xwendekara dibistanê ya ku di medyayê de wekî Liwîz tê nasîn li welat bû sedema nerazîbûnên mezin. Ji ber ku xwendekar Liwîz gulana derbasbûyî di temenê 15 salî de giliyê yek ji hevalê xwe yê di pola wê de kir û hevalê wê bi tewana tecawizê hat cezakirin û li gel wê jî edalet nehatiye pêpkanîn.
Xwepêşandaran hirsa xwe li hemberî derengmayîna darezandina sûcdarê 19'e salî anîn ziman û dan zanîn ku her çendî dîmenê kesê sûcdar belavbûye jî doza tecawizê red dikir û digot ku ew bûyer bi qebûlkirina keçikê qewimî ye. Piştî 10 rojan ji ber giliyê ku Liwîz kiribû sûcdar hate girtin, girtina sûcdar jî piştî ku malperên medyaya civakî doz bi awayekî girîng dan nîşan dan çêbû.