Jinên Sineyê dê hilbijartina li Îranê boykot bikin

Çalakvanên mafên mirovan ên bajarê Sineyê ragihandin ku wê hilbijartinên 12’emîn ên Parlamentoya Îranê boykot bikin.

 Navenda Nûçeyan – Çalakvanên jin ên mafên jinan diparêzin li bajarê Sineyê, duh bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê hilbijartinên 12’emîn ên Parlamentoya Îranê boykot bikin. Her wiha bang li giştî gelên Îranê kirin ku di 11’ê Adarê de li malên xwe bimînin û hilbijartina bi vî awayî red bikin.

‘Em hilbijartinan nas nakin’

Di daxuyaniyê de bi gotinên: “Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ guhertinek mezin di qada siyasî ya Îranê de çêkiriye. Ji bo wê em wek jinên çalakvanên Sineyê vê hilbijartinê qebûl nakin. Ji ber ku bingeha sîstema Îranê ji gelek kêmûkurtiyan pêk tê. Vê hilbijartina ku tenê sembolîk û seranserî ye, em nas nakin” ev tişt hatin gotin:

“Di roja hilbijartinê ya 1’ê Adarê de, bi dirûşma ‘Ji sindoqan û ji nîşandana sîstema dîktatoriyê re na’ em ê li malên xwe bimînin.

 Ji darvekirinê re na

 Ji girtinên ji ber cudahiya ramanên siyasî re na

 Ji desthilatdariya îdeolojîk re na

 Ji binpêkirina mafên mirovan re na

 Ji cudakariya zayendî re na

 Ji dûrxistina mamosteyên xwendinê û zanîngehan re na

 Ji çewisandina xwendekaran re na

 Ji çewisandina karkeran re na

 Em ê li malên xwe bimînin da ku nîşan bidin Tevgera Azadiya Jinan zindî û çalak e.”