Jinên Sinê li hemberî şewitandina Faîze Melekî rabûn

Jinên bajarê Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê li hemberî şewitandina jina ciwan Faîze Melekî ya 22 salî ku 3 yê Cotmehê ji aliyê bavê xwe ve hatî şewitandin rabûn û daxwaza parastina mafê jinan kirin

 
Navenda Nûçeyan- Rêxistinên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser malperên xwe yên fermî ragihandin ku çalakvanên mafê mirovan û yên civaka sivîl ku piraniya wan jin bûn li ber avahiya Dadgeha Sine kom bûn û çalakî li dar xistin. 
“Em hemû Faîze ne”
Di destê çalakvanan de dowîzên wekî “Ji jinkujiyê re na”, “Êdî bese e”, “Êdî ti cihek ji jinan re ewle nîne”, “Bes e ji kuştina jinan a bi navê namûsê re” û “Mafê min ên mirovî nayê nîqaşkirin” hebû. Her wiha dovîzên ku li ser hatibû nivîsandin “Em hemû Faîze ne” û “Em dixwazin qetilkirina Faîze were zelalkirin” jî bal kişandin ser kuştina Faîze Melekî jina 22 salî ye ku 3’ê Cotmehê li bajarê Sine ji aliyê bavê xwe ve hatibû şewitandin û bi wî şêweyê hovane qetilkirina ketibû rojevê. 
Li wir jinan daxuyaniyek dan û nerazîbûn nîşanî zêdebûna qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dan û diyarkirin ku ew ji bê helwestiya rayedaran û bi taybetî dadgehan ku kujeran ceza nakin nerazî ne. Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: "Wekheviya jin û zilam encax bi yekîtî û têkoşîna mirovên azadîxwaz û wekhevîparêz a li dijî tevahiya rejîma Îslamî û pergala sermayedariyê ya Îranê û pêkanîna serweriya pergala meclîsê ya di nav civakê de dikare pêk bê.”
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.