Jinên Sine li dijî polîsên exlaqî helwest nîşandan

Jinan helwest nîşanî dewriyeya polîsên exlaqê ku li kolanê Sine daye destpêkirin da û dan zanîn ku wê ji têkoşîna xwe gavê şûnde ne avêjin.

Sine- Dewleta Îranê piştî 9 mehan qetilkirina  Jina Eminî li Tahranê ji aliyê polîsên exlaqî ve cardin li dijî jinan dest bi dewriyeyê kirin.

Li bajarê Sine dewriyeyên jinên bi hicabên reş li meydana Azadî hatin dîtin, cil û bergên jinan li bajar kontrol dikin. Jinên ku li gora qûralên cil û bergen tevnegerin tên hişyarkirin. Li welat gafa jinê ku hicabê nexin serê xwe heta girtinan wan di rojevê deye. 

Bi nêzbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî re, cardin derketina dewiyeyê, bû sedema helwestên gel. Jinên li meydana Azadî gotin: “Em gav şûnde ne avêjin û  ger em sernekevin emê heta dawiya jiyana xwe bên tepisandin.”