Jinên Silêmaniyê: Gel ji hilbijartinê bêhêvî ye

Baweriya hemwelatiyan bi hilbijartinan nemaye, loma jî gelek kes naxwazin biçin ser sindoqan dengê xwe bidin. Beşek ji wan pankartên berendaman dadixin xwarê û diqetînin bi vê yekê helwesta xwe ya li hemberî hilbijartinan didin diyarkirin. Berendam jî sedema vê yeke weke bêhêvîbûna hemwelatiyan bi nav dikin.

TERZE TAHA
Silêmanî- Ji hilbijartinên Iraqê re ji 20 rojan kêtir maye. Encumeniya nûnerên Iraqê û berendaman jî lez dane xebatên xwe yên ji bo hilbijartinan. Berendam bi dilgermî serdana hemwelatiyan dikin û daxwaza dengan dikin lê belê hemwelatî dibêjin ku ew ji vê hilbijarinê bêhêvî ne. Der barê bêhêvîbûna gel a ji hilbijartinan re jinên Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.
Jina ciwan Îman Farîq a 19 salî her çendî cara yekm e mafê dengdanê bi dest xistiye jî naxwaze biçe dengê xwe bi kar bîne û bêhêvî ye wiha dibêje: “Li vî welatî hemû tişt bûye bi pere, bi xwe dengên xwe zêde dikin, pewîstiya wan bi tu kesê nîn e. Bi xwe hemû tiştî diyar kirine, gotinên me bêbandor in ev jî bi me re bêhêvîbûnê çêdike.”
“Baweriya kesê bi hilbijartinan nemaye”
Jina bi navê Xeyriye Hamid der barê hilbijartin û bangeşayan de xwedî ezmûnek dûr û dirêj e û da diyarkirin ku destpêkê bi hêviyek mezin û dilxweşî diçûn ser sindoqan lê belê niha baweriya gel bi desthilatdar û partiyan nemaye û wiha got: “Niha êdî baweriya kesê bi hilbijartinan nemaye ji ber vê yekê jî gelek ji wan naçin ser sindoqan. Ji ber bi xwe dadimezirînin, pereyê av û elektrîkê ji bo xwe digrin û tiştek nadin vî gelî. Xwedê heqê vî gelî ji wan bistîne.”
Amîna Rehîm a 38 salî wiha got: “Gel ji dengdanê bêzar bûne, baweriya me bi partiyan nemaye, berê gelek kes diçûn ser sindqan ji bo degê xwe bi avêjin niha ne wisane.”
“Berendaman sozên ku dane pêk neanîne” 
Rewah Ferhad a 29 salî diyar dike ku sedema bêhêvîbûna gel a neçûna ser sindoqan ji ber berendaman e lewre di demên berê de di bangeşeyên hilbijartinan de gelek soz dane gel lê belê ew soz pêk neanîne ji ber wê êdî gel bê bawer bûye û wiha got: “Mafê gel heye ku bixeyîde bi xwe xwedî tecrube ye bi xwe dizane wan çi kiriye çi nekiriye. Ew ên li wê derê piraniya wan ne bi dengê gel çûne bi gendeliyan çûne parlamentoyê û sozên ku dane pêk neanîne. Gel xeyîdi ye û gelek aciz e ji ber wê pankartên berendaman ku bi dîwaran ve daliqandîne dadixin û dixwazin bi vê yekê kîna xwe ji berendaman bigrin.”
Aciziya gel ne tenê li hemberî daxistina wêneyên berendaman e, di torên civakî de gel bi nêrînên xwe  û parvekirinan re bangeşe û berendaman rexne dike.
Berendama serbixwe ya bajarê Silêmaniyê Benaz Şêx Tahir Kesezan diyar kir ku heta niha hejmarek berbiçav ji du hezaran zêdetir ji pankartên wêneyên berendaman hatine daxistin û qetandin. Sedema vê yekê bi rewşa herêma Kurdistanê ve girê dide û wiha dibêje: “Sedema sereke ya vê yekê sozên ku ji gel re hatine dayîn û bi cih nehatine ye. Ji ber wê ez maf didim gel ku bixeyîde û ji bangeşeyan bêzar bibe.”