Jinên Silêmaniyê êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin
Jinên Silmaniyê êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin û diyar kirin ku divê gelê Kurd li hember van êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne.
TERZE TEHA
Silêmanî – Di nava du rojan de dewleta Tirk bi balefirên bê mirov nava sukê û nexweşxaneya Şengalê bombebaran kir. Li hemberî êrîşan Kurdistaniyan li gelek deverên cîhanê nerazîbûnên xwe bi çalakiyên cuda anîn ziman. Jinên bajarê Silêmaniyê jî bertek nîşanî êrîşên ser Şengalê dan.
“Dewleta Tirk cardin dixwaze komkojiyê li Şengalê bike”
Endama Tevgera Azadî ya civaka Kurdistanê Ronak Mecîd got: “Dema ku dewleta Tirk nikare siyaseta xwe li Kurdistanê bide meşandin rêbazên cuda bi kartîne. Tirsa dewleta tirk ji gelên rêxistinkiriye, ji ber Şengal civakek rêxistinkiriye û bi xwe dikare biriyara xwe bide hedef digirin. Dewleta Tirk cardin dixwaze komkojiyê li Şengalê bike. Divê her kes li hemberî rewşa heyî baldarbe û nerazîbûna xwe nîşan bide.”
“Êdî ji van êrîşan re bê deng nemînin”
Endama komeleya Jinên Kurdistanê Seyna Ehmed jî konsepta dewleta Tirk li ser giştî Kurdistanê dide meşandin bibîrxist û wiha domand: “Dewleta Tirk dixwaze herçar parçeyên Kurdistanê dagir bikr. Divê hemû rêxistin, civak û aliyên siyasî helwesta xwe nîşan bidin û êdî ji van êrîşan re bê deng nemînin.”