Jinên Silêmanî: Divê êriş rawestin û zarok bikaribin biçin dibîstanê

Jinên Silêmaniyê bertek nîşanî hedefgirtina dibistanan a di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dan û xwestin ku ev êrîş bên rawestandin û mafê zarokan ên xwendinê bê pêkanîn.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Jiyanek di nava şer û ambargoyê de bi qasî têgina zarokbûnê, bedelê wê jî ewqas giran e. Giraniya şer, êşa wê û bi wê ve girêdayî rûxandin herî zêde bandorê li jiyana zarok û pêşeroja wan dike. Êrişên dewleta Tirk yên dagirkeriyê li ser Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike. Di êrişên ku di 19’ê Mijdarê de santralên elektirîkê, tesîsatên avê, embarên genim, navendên tendirûstiyê, birên petrolê, tesîsên gazê û dibîstan kirin hedef.

Jinên bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê derbarê van êrîşên dewleta Tirk yên dagirkeriyê bi taybet derbarê rewşa zarokên ku ji mafê xwe yên xwendinê bê par mane de axivin.

 ‘Tu hêcetek ya van êrişan nîne’

Mamosta Sebriya Ahmed bi van gotinan helwesta xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk anî ziman: “Bêyî ku ferqa dîn, ziman hebe hemû zarok xwedî mafê xwendinê ne. Nûçeyên êrişên li ser Rojava gelek bandor li min kir, bi taybet êrişên li dijî dibîstanan û îro zarok nikarin biçin dibîstanan tu hêcetek ya van êrişan nîne. Ji ber êrişên dewleta Tirk û Îranê zarok ne tenê ji mafê xwe yê perwerde û xwendinê bê par dimînin, jiyana wan jî di metirsiyê de ne.”

Nîgar Celal a destnîşan kir ku ji ber şer û êrîşên li çar parçeyên Kurdistanê, zarok ji mafê xwe yê xwendinê bê par dimînin, bi bîr xist ku xwendin mafê bingehin e û bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Niha tenê hedefa êrişan ne Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ye, li gel me jî li gelek hêraman zarok naçin dibîstanê. Li minteqeyên Zirguwez û Koyê ji ber êrişên Îranê zarok nikarin biçin dibîstanê, li dijî hebûna Kurdan her tim êriş hene û mafê zarokan yên bingehên tên xespkirin.”

‘Mafê zarokên me yê xwendin û mezinbûnê heye’

Perwîn Huseyin berteka xwe ya li hemberî van êrîşan bi van gotinan anî ser ziman: “Divê mafê zarokan yên perwerdê jê neyê standin, xwendin mafê wan e, çima bi van bombardûmanan ev mafê wan ji destê wan tê standin? Berdewamkirina gefên dagirkeriyê yên li beramberî welatan bandorê li ser pêşeroja zarokan dike.”

Najat Ahmet jî bal lê kişand ku li Kurdistanê ku salên dirêj e şer lê didome bedelên zarokbûnê giran e û wiha got: ““Ev zext û dagirkerî bûye parçeyek ji dîroka me, mafê zarokên me yê mezinbûn xwendin û pêşerojê heye.”