Jinên Sêrtê: Em bi hêvî û bawerî li benda çûyîna qeyûman in

Jinên Sêrtê der barê hilbijartinên herêmî yên ku wê li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk werin de axivîn û gotin: “Cihê qeyûman li vê derê nîn e. Wê biçin cihê ku jê hatine. Em li benda roja çûyîna qeyûman in.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Sêrt – Hilbijatinên herêmî yên ku wê di 31’ê Adarê de li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk werin nêz dibin. Xebatên ku jin û ciwan pêşengiya wan dikin, bi coşek mezin û tevger derbas dibe. Li bajarên ku dema borî qeyûm li wan hatin bicihkirin, gel bi biryar e şaredariyên xwe bigre. Tevî ku li Kurdistanê hîleyên ‘hilgirtina dengen’ û ‘hilbijêrên xeyalî’ hene jî jinên li qadan, der barê hilbijartinên herêmî de gotin: “Wê diz biçin cihê ku jê hatine.”

Li bajar navê jinan tune ye!

Tevî ku di navbera 2016 û 2020’an de li Sêrtê du deman qeyûm lê hat tayînkirin, hem namzedên hevşaredariyê, hem jî xebatên zêde yên gel hene. Li bajarê ku 8 hezar û 900 dengdêrên hilgir anîne, gel di sala 2019’an de di hilbijartinan de bi hejmarek zêde ya dengan qezenc kir. Piştî hilbijartinan li şaredariya Sêrtê di dîroka 15’ê Gulana 2020’an de qeyûm hat tayînkirin. Karê yekem ê qeyûmên ku hatine tayînkirin ew bû dawî li xebatên şaredariya HDP’ê ku hilbijartin qezenc kirin bîne. Saziya yekem a jinan ku li bajar, ji aliyê qeyûm ve hat girtin di vê demê de hejmarek zêde karker ji kar hatin derxistin.”

Pirsgirêkên koçberî bêkarî û binesaziyê…

Piştî qeyûman nêzî 400 milyon deyn ma. Di vê demê de li bajar tu xebatek der barê binesaziyê de nehat meşandin. Li navenda Sêrt ku nifusa wê 130 hezar e di vê hilbijartinê de wê 107 hezar hibijêr deng bi kar bînin. Der barê hilbijartinê de me bi jinên Sêrtê re hevdîtin kir. Jinan diyar kir ku bi salan e der barê binesazî û derfetên kar de tu gavek nehatiye avêtin. Hat zanîn ku li bajar der barê jin, ciwan û zarokan de tu xebatek baş nehatiye meşandin, ji ber qadên derfetên kar ava nakin, hejmara nifusa ciwan a li bajar koç dikin. Bajarê ku bi salan e li heman cihê li benda pêşketinê ye, hêviyên xwe ji hilbijartinên herêmî re veşartiye. Welatiyên ku di vê hilbijartinê de îsrar dikin wê qeyûman bişînin û şaredariyên xwe bi dest bixin, ji ajansa me re axivîn.

‘Ji derveyî diziyê tiştek din nekirin’

Emîne Polat da zanîn ku qeyûman ji derveyî diziyê tiştek din nekirine û wiha got: “Em dixwazin van qeyûman bişînin. Bila ji vî warî biçin. Tu mafê wan nîn e vê yekê li me bikin. Maf mafê me ye, deng dengên me ne. Ev ji derveyî neheqî û heqaretê tiştek din nîn e. Em vê jî tu caran qebûl nakin. Çi ji destên me were em ê bikin. Di vê pêvajoyê de ji derveyî diziyê tiştek din nekirin. Dengê me didizin, em heqê xwe helal nakin. Hemû diz in, tu ferqa wan ji hev tune ye. Bila ev gel rast dengê xwe bi kar bîne. Sêrtê her dem biryara rast daye. Wê di vê pêvajoyê de jî biryara rast bide. Em tu caran ji riya xwe xelet nebûne. Wan tu caran ev der qezenc nekir, tenê hîle kirin. Ji bo me hemûyan serkeftin ên ku qezenc bikin em in.” 

‘Cihê qeyuman li vir tune ye’

Ayşe Înan anî ziman ku qeyûm li bajar tu xizmet nekiriye û got: “Li bajar em nikarin biçin di otubusan de rûnin, li navenda bajar çop jî nayê komkirin. Li bajar cihê parkkirinê nîn e. Ji wê em ne razî ne, cihê wan li ku ye bila biçin wir. Em bi xwîn û keda xwe şaredariyan qezenc dikin. Ew tên qeyûman diavêjin. Çi dibe bila bibe, ew ê namînin li vê derê. Em ê her dem li ser lingan bin û em ê her dem bixebitin. Gelê Sêrtê çi dikeve ser milan wê bike. Rêveberên me ji bo vî bajarî kar dikin. Bila biçin warê xwe, cihê wan li vê derê tune ye.”

 ‘Em ê dengê xwe nedin AKP’ê bidin xwe’

Hediye Ertaş diyar kir ku wê her dem serkeftinê bi dest bixin û got: “Em azadiyê dixwazin. Em zext û zilmê naxwazin. Em dengê xwe nadin AKP’ê, em ê dengê xwe bidin xwe. Em ê hemû qeyûman bişînin. Bêyî ku em bibêjin şev û roj e, em ê ji bo xwe, rûmeta xwe û namûsa xwe bixebitin. Em tu caran deng nadin wan. Hemû diz in, hemû ruşwetê digrin û distînin. Ew çi bikin bila bikin em ê bi ser bixin ji bo bigihîjin serkeftinê. Êdî bes e! Em dixwazin bi îradeya xwe bijîn, em şaredariyên xwe dixwazin.”

Em ê bi govend û tilîliyan bikevin şaredariyê’

Çîçek Çaplak jî der barê hilbijartinan de got: “Bila di vê hilbijartinê de kes deng û îradeya xwe nefiroşe. Bila ev gel li pişt nirx û têkoşîna xwe raweste. Bila deng bide xwe û partiya xwe. Em ji xeynî aştî û demokrasiyê tiştek din naxwazin. Dema em dibêjin aştî, ew bi qeyûm û talanê tên. Em ê wê şaredariyê careke din bigrin. Em ê bi xebat û dengê xwe careke din bigrin. Roja ku me şaredariya xwe girt, em ê bi govend û tilîliyan bikevin şaredariyê.”

Saîme Caymak destnîşan kir ku wê ji bo hilbijartinê şev û roj bixebitin û got: “Em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Ji bo zimanê me yê dayikê û çanda xwe xebatê didin meşandin. Em ê bi vî fikrî biçin ser sindoqan. Îro li tu qadan der barê gel de xebat nayê meşandin. Ev bi salan e wisa berdewam dike. Zozan qedexe ne, daristan tên şewitandin û dar tên birîn. Li dijî vê em ê îradeya xwe nîşanî dizan bidin. Wê ew ji vê derê biçin. Wê şaredarî bigihîjin xwediyên xwe.”

‘Bila kes denge xwe nefiroşe’

Saîme Caymak herî dawî bi bîr xist ku ji bo şandina qeyûman erkên ku dikevin ser milên wan wê bikin û wiha got: “Em gelek bi heyacan û coş in. Em bêsebir li benda 31’ê Adarê ne. Wê rojê em ê tiştên ku qeyûman kirine ji bîr nekin û biçin ser sindoqan. Ne tenê ez hemû şêniyên Sêrtê û jin bila biçin ser sindoqan. Bila kes îrade û dengê xwe nefiroşe. Bila êdî ev neheqî û talan bi dawî bibe. Tişta dikin ne mirovî ye, em jî vê qebûl nakin.”