'Em civakek demokratîk û azad dixwazin'

Jinên ku behsa Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpêkirî diyarkirin ku êdî dixwazin di civakek azad û demokratîk de jiyan bikin û xwestin ku bersîva girevên wan ên giştî were dayîn.

JOAN KARMİ

Kirmanşah- Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku di 16’ê Îlonê de li Tahranê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi pêşengtiya jinan de destpêkir sala yekem temam kir. Di salvegera yekem ya serhildanê de jinan ji ajansa mere axivîn.

‘Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî sînor derbaz kir’

Çalakvana siyasî ya bi navê S.S da zanîn ku piştî qetilkirina Jîna Emînî gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê kete rêyek ku vegera wê neyî û wiha got: “Di dema definkirina Jîna Emînî de dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku hatî bilindkirin bû dirûşmeya serhildanê, ev dirûşme bi aramanca piştevaniyê li hemû cîhanê belav bû. Ev dirûşmeya ku sînor derbaz kir, jin ji xewa ku bi salane têde rakir. Piştî wê jinan bal kişand ku ka koka vê dirûşmeyê ji ku tê.”

S.S bal kişand ser gotina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku dibêje ‘Heta ku jin azad nebe civak azad nabe’  û got: “Mîmarê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ Abdullah Ocalan e û jin bi vî rihê şev û roj di nava têkoşînê dene.”

‘Divê bersîva bangan bê dayîn’

S.S da zananî ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ne tenê dirûşmeye ke û wiha got: “Ev dirûşme cara yekem li Rojava ku li dijî terora çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk di çeperan de cih girtine hate avêtin. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jinan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ agirê şoreşê pêxistin. Li Kirmanşanê weke bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê ji roja yekem ve navê Jîna  Emînî bûye sembola şoreşê ji bo doza wê rabin ser lingan. Di têkoşîna şoreşê de me gelek şehîd dan. Divê civaka sivîl û partî bersîva banga ‘gireva giştî’ bidin.”

 ‘Gel dixwaze azad jiyan bike’

Ji bajarê Javanrud çalakvana sivîl H.K bang li gelê Javanrud û Horaman kir ku bejdarî çalakiya gireva giştî ya îro were li dar xistin kir. Da znanî ku yek ji sedemên bingehîn ya destpêkirina serhildanê zextên ku jin li welat rastî têne û gel êdî dixwaze di civakek azad de jiyan bike û got: “Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ felsefeya jiyanî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi qetilkirina Jîna Emînî re li Îran û Rojhilatê Kurdistanê deng veda. Ev dirûşmeya ku bi salane di dil û mejiyê jinên Kurd de, jin di mijara mafê xwe de hin zanatir bûn. Bi destpêkirina serhildana gel re gelek jinan bêdengiya xwe şikand. Civak der barê maf û azadiya de zane bûn . Herî dawî ez dikarim vê bibêjim, divê bersîva bangên partiyên Kurd were dayîn, piştgirêyê bidin gireva giştî û protestoyên navnetewî. Rejimê hilweşînin, ji bo hemû cûrê cihêkariyê ji holê were rakirin gel were ba hev.”