Jinên şengalê bi biryardarî çalakiya xwe didomînin

Çalakiya Kon a ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê hatî despêkirin di roja 5’an de dewam dike.

Çalakiya Kon a ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê hatî despêkirin  di roja 5’an de dewam dike. 
Şengal - Çalakiya kon a ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatiye organîzekirin di roja 5’an de ne. Nobeta kon ji aliyê Meclîsa Gel ya Şengalê, Navenda Çand û Hûnerê û Saziya Mamosteyan ya Şengalê ve dewir hate girtin. Her wiha Rêveberiya Navçeya Sinunê li gel Serokeşîrên Êzidiyan û bawermendên wan konê çalakiyê ziyaret kirin. Dewirgiritina nobetê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hecû xêrhatine beşdarvana û serdanvanan kir.  
Li ser navê TAJÊ Neam Bedel axivî û got; “Em weke civaka Êzidî çi ji destê me bê emê bikin. Çawa ku PKK’ê piştevaniya me kir, lazime em jî piştevaniya wan bikin. Fikra Azadiyê ku pêşkêşî me kirin emê her dayîm li ser bimeşin. PKK her dem bi hewara gelên bindest ve diçe. Li Şengalê jî ji bo parastina civaka me şehîd dan. Em dibêjin PKK ne teröre, ew partiyek heq û mefdar û exleqiye. Hêzên weke Tirkiyê her derê dagirdikin terorin. Em ji vir silavên xwe dişînin ji gêrîllayên serê çiyayên Kurdistanê re û emê her dem li pişta wan bin.”
Serokeşîrê feqîran Feqîr Berekat jî li ser navê navenda Çand û Hûner Kerwan Şengalî û li ser navê Meclîsa Gel a Şengalê Xêrî Ednan axivîn û piştgirya xwe ya ji çalakiyê re diyarkirin û daxweza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Endama Meclîsa Jinên Êzidî Dayê Emîna ku di nobeta de cihê xwe digre got; “Em ji bo azadiya Rêber Apo beşdarî vê çalakiyê bûne. Di heman demê em daxwaz dikin ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Ji ber ku PKK rêxistinek e azadiya hemû gelên bidest dixwaze. Ew kesên ku li ser me ferman rakirin terorîstin ne PKK a ku me ji fermanê rizgarkirin. Em jî heya ku yek ji civaka me hebe emê her dem piştgiriya Rêber Apo bikin û ji bo bidestxistina azadiyê emê her tekoşîn bikin.”
Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Neam bedel jî bang li saziyên navnetewî û hemû rêxistinên mirovî kir ku rastiyê weke heyî bibînin û bi erka xwe rabin û wiha domand; “Em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Ji ber ku Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye. Pêwîste hemû saziyên mirovî vê rastiyê bibînin. PKK partiyekî însanî, wijdanî û exleqiye. Dewleta Tirk herdem Kurdistan talan dike, çekên qedexe li ser kurd bikar tîne, li Efrîn û Serêkaniyê her roj însanan dikuje, çima van pêkanînên ne mirovana nabînin? Çima Erdogan ne di nav lîsta terorê de ye? Yê ku ji PKK’ê re dibêje teror, ewana PKK’ê nasnakin. Lazime lîkolîn bikin bixwînin û bizanin kî terorîste.”