Jinên Semsûrî: Ên me bi tenê hiştin bila ji bo deng li derê me nedin!

Semsûra ku ji ber erdhejê zirara mezin dît, şert û mercên erdhejzedeyan hê jî xirab in. Gelek pêdiviyên wan bi cih nayên, nikarin jiyana xwe bidomînin. Şêniyên Semsûrê gotin ku kesên wan tenê hiştine bila ji bo deng neçin wê derê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Piştî du erdhejên mezin, li Semsûrê gelek avahî hilweşiyan û ji wê rojê ve heta niha şêniyên bajar di nava şert û mercên giran de dijîn. Li bajarê ku gelek rojan baran dibare, hinek kes di konteyniran de dimînin, gelek kesên ku konteynir bi destên wan nekevin jî di konan de li bin baranê bi zor û zehmet jiyana xwe didomînin. Li bajar ji aliyekî ve xebatên rakirina xirbeyan didomin, ji aliyekî ve gelek avahiyên bi xisar hene. Mirov li bajarê hilweşiyayî, hewl didin di nava mercên giran de jiyana xwe bidomînin, li aliyekî jî partiyên siyasî tên li bajar afîş û bilbordên ji bo hilbijartinê dadiliqînin. Ev yek dibe sedema nerazîbûna şêniyan û bi gotinên; “Kesên ku me di bin avahiyên hilweşiyayî de bi tenê hiştin bila neyên ji me deng nexwazin” bertek nîşanî xebatên hilbijartinê didin.

Li bajar gelek pirsgirêk nehatine çarserkirin

Şêniyên Semsûrê hê jî ji bo ava vexwarinê û xwarinê zehmetiyan dikşînin, berhemên paqijiyê jî gelek kêm in, tuwalêt tune ne. Kesên malên wan ‘xisara kêm’ hatine tesbîtkirin çûne malên xwe, kesên di konan de jî dimînin jî bi piştgiriyê hewl didin rojên xwe biborînin. Tevî ku du meh derbas bûne jî, gelek pêdivî nayên bi cih anîn û pirsgirêkên sereke hê jî didomin. Di nava vê tabloyê de partiyên siyasî dest bi xebatên hilbijartinê kirine ev yek jî bû sedema berteka şêniyan.

‘Me di nava felaketê de bi tenê hiştin’

Xefre Yetkîn a ku em pê re axivîn yek ji kesên ku vegeriyaye mala xwe ya ku bi xisara kêm hatiye tesbîtkirin. Xefre Yetkîn dibêje ku piştî erdhejê 10 rojan li derve maye û wiha got: Li her derê avahiyên hilweşiyayî hebûn, her kes diqîriya gazî hev dikir. Piştî sê rojan AFAD hat. Piştî gelek kes di bin xirbeyan de mirin hatin. Hinek sax man hinek jî mirin, ên mane jî nîvsax in. Rewş pir xirab e, mirov nizane çi bibêje. Ez nikarim tiştên ku me jiya vebêjim. Em hefteyek li kolanan man. Av û xwarin tunebû, her der hilweşandî bû. Zarokên me bênavber digiriyan. Gelek zor û zehmetî hebûn. Mirov nizanibûn çi bikin. Em bi felaketek re tenê man.”

‘Bila ji bo deng li deriyê me nexin’

Xefre Yetkîn diyar kir ku kesên wan di dema felaketê de bi tenê hiştine bila di dema deng de neyên ber deriyê wan û wiha domand: “Piştî çend rojan hatin îcar niha hatine ji bo dengan dixebitin. Bila li deriyê me nedin. Di dema dengdanê de her kes bizanibe dengê xwe bide kê. Diyar e dê deng ji kê re werin dayîn. Dema werin ber deriyên me em ê ji wan re bibêjin; ‘heta niha hûn li ku bûn, ji niha û pê ve neyên li deriyê me nexin.’ Em hemû hê jî di bin xirbeyan de ne. Hê jî ji bin xirbeyan cenaze derdikevin. Li gorî tê gotin hê jî gelek cenaze hene lewre ji wan deran bêhn tê.”

‘Dewlet tu carî nehat van deran’

Gulê Yektîn jî diyar kir ku tirs û bêçaretiya ji ber erdhejê hê jî didome û wiha got: “Zarokên me ji wê rojê ve digrîn. Me bi zorê kon dît, cihekî em lê razên, tiştekî em li xwe bikin tunebû. Em nikaribûn biçin cihekî jî. Hê jî li vê derê erdhej çêdibin, qet nesekinî. Tu kes li halê me napirse, tiştek ji me re nabêje. Ne av, ne xwarin, tiştek tunebû. Kesên ku wesayîdên wan hebûn diketin navê em wisa li derve man. Dewletê ji bo me tu tişt nekir. Qet nehat van deran.”