Jinên Roman û Gerok li dijî şîdetê li hev civiyan

Jinên Roman û Gerok li Strasboûrgê li hev civiyan û li ser pirsgirêkên cur ber cur axivîn. Bi taybetî li ser zêdebûna şîdeta di pêvajoya pandemiyê de nîqaş kirin.

 
Navenda Nûçeyan- 8’emîn Konferansa Navneteweyî ya Jinên Roman a bi sernavê “Di dema krîzê de parastina mafên mirovan û rûmeta jinên Roman û Gerok” li Strasboûrgê li Konseya Ewropayê hat lidarxistin. Di konferansê de zêdeyî 100 jinên Roman û Gerok hatin cem hev. 
Li gorî nûçeya Council of Europe yê, jin di konferansê de li ser hemû tehdîdên li ser mafên wan ên bingehîn ên jiyana bê şîdet û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin axivîn.
Pandemiya KOVID-19 dibe sedema zêdebûna axaftinên nefretê li hemberî civakên Roman, Gerok û bi taybetî jin û zarokên keç. Rêjeya tundûtûjiya nava malê zêde bûye û gihandina perwerdeya dûr bi zehmetî bû, metirsiya berdana keçan a dibistanê û bi darê zorê zewaca zû zêde bû. Her wiha hat diyarkirin ku bi pêvajoya pandemiyê re jinên Roman û Gerok zêdetir rastî cudakarî û şîdetê tên.
Werger: JINHA